Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe

  • jin
  • 11:47 13 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Di pêvajoyekê ku jin bi boneya 25’ê Mijdarê dadikevin qadan de, di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku tundiya li dijî jinê, bi polîtîkayên desthilatdariyê re kûrtir dibe. 

 
Di rojên ku, jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan dadikevin qadan de, tundiya li dijî jinê û qetilkirinên jinan zêde dibin. Li Tirkiyeyê tenê di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin û 3 jin jî di encama êrişan de birîndar bûn. 4 jinên hatin qetilkirin, ji ber ku xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin, ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin. 
 
MELETÎ, ÎZMÎR, MÛGLA Û AKSARAY…
 
Duh agahiya kuştina jinekê ji Meletiyê hat. Emîne P. a li Taxa Zaviye ya girêdayî navçeya Çermiktî dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Mehmet P. ê derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin. Dîsa jina 23 salî Çîlem Kiliç a li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe Alper Gul ê hev berdabûn ve hat qetilkirin. Bersûc Gul, di heman demê de dayika Kiliç û cîrana wî jî birîndar dike. Serbaz Volkan Erdem ê li Fermandariya Eskerî ya navçeya Menteşe ya Muglayê peywirdar bû, destgirtiya xwe Hafîze Gunakin qetil kir. Li Aksarayê jî, Ramazan T., hevjîna xwe Saadet Korkmaz a ku ew berdabû, li markete qetil kir. 
 
DI 13 ROJAN DE 6 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî danayên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP); Li Tirkiyeyê, tenê di meha Cotmehê de 21 jin hatin qetilkirin û 8 jin jî bi awayekê bi guman mirî hatin dîtin. Di 13 rojên meha Mijdarê de jî, 6 jin hatin qetilkirin. 
 
ŞER Û KRÎZ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan rêz kir û wiha axivî: “Bi taybetî di pêvajoyên şer û krîzan de tundiya li ser jinan zêde dibe. Polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bi rêve dibe, amadekariya zemînê cînayetên jinan dike. Polîtîkayên artêşparêz, zayendperestiyê pêş dixe. Bi polîtîkayên berdevkên desthilatdariyê tundî kûrtir dibe. Desthilatdarî bi vê dixwaze jina maqûl û meqbûl ava bike. Di rojekê de qetilkirina 4 jinan, encama vê yekê ye û ev tê wateya qirkirina jinê. Jin her tim dibin talûkeya jiyanî de ne. Li malê, li koçeyan û kargehan her tim bi tundiyê re rûbirû ne.” 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Başaran, bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha bilêv kir: “Peymana Stenbolê ji bo jinan qezenceke herî dîrokiye. Peymana Stenbolê li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê astengiyek mezine. Ji ber vê yekê di hedefa desthilatdariyê deye. Li dijî van hemû êrîşan jin têkoşînek mezin didin. Xwedî Peymana Stenbolê û modela hevserokatiyê derdikevin. Ji bo ku qanûna 6284’emîn bê bi cih anîn têkoşînek mezin didin. Di heman demê de li dijî polîtîkayên şer, li ber xwe didin. Êdî naxwazin serdestiya zilam derbarê  vîn û bedena wan de biryar bidin û li dijî vê derdikevin.” 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe de ev hişyarî kir: “Jinan di şert û mercên pêvajoya OHAL û pandemiyê de, rastî gelek talûkeyên hişmediya serdest a zilam hatin. Lê jinan jî, li dijî vê yekê bi têkoşîna azadiya jinê bedelên mezin dan. Jin wê vê têkoşîna xwe bi her awayî dewam bikin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel