Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn

  • jin
  • 12:40 13 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê, bi çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li Mêrsînê hatin gelhev. 

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamnên Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li hev kom bûn. Bernameya jinan a taştê li avahiya Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat  lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. 
 
Jinan piştî xwarina taştê, derbarê kampanyeya "Em xwe diparêzin" û 25'ê Mijdafê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nîqaşên berfireh kirin. 
 
Dûre bernameya jinan bi berzkirina "Jin jiyan azadî" û "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.