Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin

  • jin
  • 16:04 13 Mijdar 2020
  • |
img
STENBOL - Platforma Mor Sarmaşik, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, ji jinên girtî re qert şandin.  Meclîsa Jinana HDP'ê û TJA yên Mêrdînê jî bi heman armancê qert şandin. 
 
Platforma Mor Sarmaşik, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li PTT'êya Kadikoyê ji jinên girtî re qert şandin. Jin li pêş PTT'ê ya Kadikoyê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Platformê Roza Kahya, anî ziman ku ew mafê jinan diparêzin û dixwazin dengê jinên girtî belav bikin û wiha got: "Jinên ku gotin 'Em ê li her aliyê cîhanê ji tundiya mêr re bêjin raweste' hatin girtin Em ê jinên ku nikarin di 25'ê mijdare de dengê xwe bilind bikin dengê wan bilind bikin." 
 
Endama Platformê Esra Uşudur jî anî ziman ku çavkaniya tundiyê dewlet e û wiha got: "Sedema girtin û tundiya li dijî jinê polîtîkayên dewletê ye. Hewl didin mafê ku me bi Peymana îstanbul bi dest xistiye ji destê me derxin. Jinên ku bi tundiya mêr û dewletê re rû bi rû dimînin dê li hemû qadên jiyanê li dijî vê yekê têbikoşin." 
 
Piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re qert şandin. 
 
MÊRDÎN 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê yên Mêrdîn jî bi heman armancê li Navçeya Navendî ya Artuklu li pêş PTT’ê kom bûn û ji jinên girtî re qert şandin. Jinan piştî qert şandin, derbasî taxa Trafo bûn û li vir wêneyên jinên ku hatine qetilkirin bi nepoxên spî û Xemrî ve girêdan û nepox tevî wêneyan firandin hewa. 
 
Aktîvîsta TJA Eylem Anmak, anî ziman ku ji bo jinek din kêm nebe têkoşîna xwe berdewam dikin.