Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin

  • jin
  • 16:50 14 Mijdar 2020
  • |
img
AMED - DAKAP’ê xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe lê polîsan konvoyê asteng kir.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Jinan li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe. Jin li Duriyana Peyasê li hev kom bûn. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku wesayîtên xwe bi rengên xumrî xemilandibûn, dema xwestin derkevin rê lê polîsan pêşiya wan birî û bi hêceta “pandemiyê” konvoyê asteng kir. Jin ji bo helwesta polîsan şermezar bikin nîv saet bêdeng li ber wesayîtan sekinînin û bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” belav bûn.