‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'

  • jin
  • 09:04 15 Mijdar 2020
  • |
img

WAN- Aktivîsta TJA'yê Caziye Dûman  anî ziman ku di çarçoveya “Em xwe diparêzin"de jin pir serwext bûne û got: "Jin, êdî bêtirs şideta tê kirin, bilêv dikin." 

 
Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 15'ê Îlonê de dabû destpêkirin, li gelek bajarên Tirkiyeyê bênavber didome. Aktivîstên TJA'yê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, qirkirina siyasî, tacz, tecawiz û êrîşên li ser zimanê zikamkî û baweriyan kampanya dane destpêkirin, heya niha li Wanê di çarçoveya kampanayayê de gelek atolye li dar xistine, civînên jinan çêkirine û çalakiyên cuda li dar dixin. 
 
Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Serayê Caziye Dûman ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, kampanyaya navbirî nirxand. Dûman, anî ziman ku heya niha pêwendî bi gelek jinan re danîne. 
 
 JI SEDÎ 80'YÊ JINAN BI ŞIDETÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN 
 
Dûman, anî ziman ku ji ber ku şidett û zext û zoriyên li ser jinan zêde dibin bênavber dixebitin û got: "Di dema xebatê de bi gelek pirsgirêk û kêşeyan re rû bi rû dimînin. Ji ber ku qîrîna jinan bêdeng namîne, ev ji bo me destkeftiyek e " û got: "Jinên me bi wan re pêwendî danîne ji sedî 80'ê wan bi şidetê re rû bi rû mane. Ên leqayî yên bi îstismarê re rû bi rû mane jî tên. Xebatên em dikin, li dijî şidetê dibe asteng. Gava tu li derî dixî û jinekê dibînî jî, ev yek ji bo feraseta mêrî dibe cihê tirsê. Ev hem ji bo me hem ji bo jinan destkeftiyek e." 
 
ÊDÎ SER ŞIDETÊ NAGIRIN 
 
Dûman, anî ziman ku bi kampanyayê re hesasiyetek jî li civakê peyda bûye û got: "Kampanyaya wan ji bo jinan bûye hêvî. Bi vê kampanyayê re êdî jin bêtirs şidetê bilêv dikin Li Artemêtanê jinek heye, 20 sal in bi şidetê re rû bi rû ye. Heya niha kesî dengê wê nebihîstiye. Piştî di çarçoveya kampanyayê de em çûn wê derê, pêwendî bi me re danî û bêtirs şideta lê hatiye kirin anî ziman. Ji lewra ê ku vê feraseta qederê û rolên li jinan ferz dike, bi jinan derdikeve holê. Bi rihetî tiştên hatine serê wan û tên serê wan ji me re dibêjin." 
 
‘EM BIHÊZTIR IN' 
 
Dûman, anî ziman ku bi jinan re jiyana komunal jî nîqaş dikin. Bi jinan re atolyeyên azadiyê û xweparastinê jî li dar xistine u wiha lê zêde kir: "Di pêvajoya pandemiyê de jin bi tenê hatine hiştin Lewma me di warê parastina xwe û malbatê û civakê de semîner çêkirine. Bi girtina saziyên jinan hatiye xwestin ku jinan pasîf bikin, lê berevajî wê çêbûye. Niha em bihêztir in û em dikarin saziyên ku jiyana komunal esas digirin ava bikin." 
 
25'Ê MIJDARÊ 
 
Dûman, diyar kir ku der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê jî dixebitin û wiha bi dawî kir: "Hin caran polîs xebatên wan asteng dikin. Pergaleke ku ji jinan ditirse heye. Em li hemberî pergaleke ku li dijî xweîfadekirina jinê û teşhîrkirina şidetê ditirse têdikoşin. Heya 25'ê Mijdarê em ê gund bi gund û tax bi tax hevdîtinê bi jinan re bikin û ji bo pêşî li ber şidetê bê girtin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê çend roj şûn de kartan ji jinên girtî re bişînin  û li bajêr gelek çalakiyan li dar bixin. Bi kampanyayên me re jin serwextir bûne û jin bêtir xwedî li kampanyayê derdikevin."  
 
MA / Ozlem Yayan - Melek Şahîn