Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!

  • jin
  • 11:11 15 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Jinên ku bi polîtîkayên siyasetmedar û zagonên mêr di çembera faşizmê de hatine dorpêçkirin û di pêvajoya ku li gelek welat û erdnîgariyên cuda heman pirsgirêkan dijîn de, ji bo “Guhertin û Azadiyê" welat bi welat li dijî pergala yekdest û serdestan di nava têkoşînê de bûn. 

Sê xwîşk Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa yên ku weke xwîşkên Mîrabel tên naskirin, li herêma Cîbas ya Komara Domînîkê ji dayîk bûbûn. Her sê xwîşkan li dijî dîktatoriya Trujillo ya ku mohra xwe li 30 salê dawiyê xistibû, tedikoşiyan. Di 25’ê Mijdara sala 1960’î de 3 xwîşk Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabel, ji aliyê dîktatoriya Trujillo ve hatibûn tecwazikirin û qetilkirin. Marîa Teresa Mîrabel di sala 1936'an de gotibû "Dibe jî ku ya herî nêzî me ye mirin e lê ev min natirsîne, ji bo her tiştên mafdar em ê şerê xwe dewam bikin."  Xwişk Mînerva Argentîna Mîrabel jî di sala 1926'an de gotibû “Ji bo welatê me yê ku bi derd û êşan tijeye tiştên ku bên kirin cihê şanaziyê ye, destên xwe berhevakirin û rûniştin jî cihê xemgîniyê ye." Xwişk Patrîa Mercedes Mîrabel jî di sala 1924'an de gotibû: "Em ê destûrê nedin ku zarokên me di hundirê vê sîstema zalim û xirab de mezin bibin. Em neçarin li dijî vê sîstemê şer bikin. Ez li ser navê xwe amade me her tiştê xwe bidim, pêwîst bike ez ê jiyana xwe jî bidim" û sekna xwe diyar kiribûn.
 
Sê xwîşk Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa yên ku weke xwîşkên Mîrabel tên naskirin, li herêma Cîbas ya Komara Domînîkê ji dayîk bûbûn. Her sê xwîşkan li dijî dîktatoriya Trujillo têdikoşiyan. Di sala 1960’î meha Hezîranê de tevgera Clandestine avakirin û tekoşîna wan ya li dijî dîktatoriyê li çar aliyê welat belav bû. xwîşkên Mîrabel di dirêjahiya tekoşîna xwe de rastî zextên giran hatin û cezayên zîndanan li wan hate birrîn. Di 25’ê Mijdara sala 1960’î de 3 xwîşk Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabel, ji aliyê dîktatoriya Trujillo ve hatin tecwazikirin û qetilkirin. Cesedên wan li herêma bakur yê Komara Domînîk di binê kendalekî de hat dîtin. Dîktatoriyê pêşîn sedema van kuştinan weke qezaya trafîkê nîşandabû. Lê ya rastî ew bû ku ev her sê jinên ku damezrînerên tevgera Clandestina û kadroyên wê yên li dijî dîktatoriyê bûn, weke xeter hatibûn dîtin û hatibûn tecawizkirin û qetilkirin. Kuştina van her sê xwîşkên Mîrabel ku bi tekoşîna xwe li dijî dîktatoriyê bûbûn sembol û gelek deman ku cezayên zîndanan li wan hatibûn birrîn li Komara Domînîk rastî nerazîbûneke mezin hat. Tevgera berxwedanê mezin bû û dawiya salekê de dîktatorî ji alîyê tevgera antî-Trujillo de hat hilweşandin.
 
Di sala 1981’ê de di kongreya jinên Karaîp’î û jinên Emerîka ya Latînî ya ku li bajarê Bogoto yê Kolombîya yê hat lidar xistin de , ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabel dîroka 25’ê Mijdarê weke “Roja Tekoşîna Navteweyî ya li dijî Şîdeta li Ser Jinê” hat ragihandin. Ev biryara jinên pêşverû yên Emerîka ya Latînî, ji aliyê eniya jinan de weke ragihandina tekoşîneke li dijî şidetên dîktatoriyên faşîst bû. Piştî 18 salan, di 1999’an de bû biryara Neteweyên Yekbuyî û 25’ê Mijdarê di asta navnetewî de “Ji bo ku şideta li li ser jinê were rakirin weke roja tekoşîna navteweyî” hat qebûlkirin.
 
SALA 2020'AN 
 
Sala 2020'an ku dewlet herî zêde halê faşîzma baviksalarî dijî, jinan kolan terk nekirin û her tim li qadan bûn. Di nava salê de jin li Amerika, Arjantin, Polonya, Şiîli, Yunanistan, Almanya, Swed, Meksika, Misir, El Salvador, Sudan û gelek welatên din ên cîhanê li dijî feraset û hişmendiya mêrê serdest û dewletê li qadan bûn. Jinan li qadan ji bo "Azadiyê" dengê xwe bilind  kirin û têkoşiyan. Li welatên ku ji sedÎ 90'î bi zagonên mêran tên bi rêvebirin. Li tirkiyeyê jî jin ji bo Peymana Îstanbul têkeve meriyetê û neyê betalkirin daketin qadan û dengê xwe bilid kirin. Jin li dijî tundî, şer, suneta jinan, zewaca temenê zarokantiyê, kuştin û cudakariya nijadî daketin qadan û dengê xwe bilind kirin.b 
 
Bi taybetî piştî şewba Vîrûsa Corona (Covid-19) belav bû, bi xwe re îzolasyon jî pêş xist û tundiya di hundirê malê de li dijî jinê zêdetir kir. Malên starê hatin girtin. Jinan qanal û torên piştevaniyê vekirin û piştevaniya xwe berdewam kirin. Jin li dijî tundiyê bêdeng neman û her tim hewl dan dengê xwe bigînin hev. Jinan bi zanebûna xweparastinê li dijî êrîşan serî hildan û têkoşîn bi rêxistin kirin. Bi çalakiyên girseyî sînorê welatan derbas kirin û tora têkoşîna navneteweyî pêş xistin. 
 
243 MÎLYON BÛYERÊN TUNDIYÊ PÊŞ KETIN
 
Di sala 2020'an de malên ku diviya bû ji bo jinan herî bi ewle be, bû cihê herî tahluke. Di civîna Cotmehê ya 25'emîn Konferansa Jinên Cîhanê de hat diyar kirin ku li cîhanê ji her 3 jinan jinek bi tundiyê re rû bi rû dimîne û her sal 12 milyon zarokên jin beriya 18 salî têne zewicandin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya meha Nîsanê di salek dawî de li tevahiya cîhanê 243 milyon jin û zarokên jin ên di navbera salên 15-49'an de bi tundiya zayendî û fîzîkî re rû bi rû mane. Bi taybetî ji ber fikarên ewlehî, tenduristî û aborî tundî zêdetir bû. Li gorî rapora Pêşxistina Jinên Cîhanê ya sala 2019-2020 a bi ser navê “Di Cîhana Diguhere de Malbat" ku Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, li tevahiya cîhanê her roj 137 jin ji aliyê endamên malbatê ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Banka Cîhanê ya sala 2018'an ji her 3 jinan yek ji aliyê mêrê herî nêzî wê ve bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Ji 10 welatan tenê li 4 welatan tecawiza nava malê wekî sûc tê dîtin. 
 
JI BO MAFÊN WEKHEV 100 SAL 
 
Di rapora Newekheviya Zayendî ya ku Foruma Abori ya Cîhanê (WEF) di sala 2020'an de li gorî rewşa tevlebûna jinê ya aboriyê, wekheviya firsendê, derfetên perwerdehiyê, mafê tenduristiyê û hêzkirina jinê ya siyasî hatiye amadekirin, li Ewropa Rojava di zikhevî ji sedî 76,7 wekheviya zayendî heye. Li Herêma Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn ku Tirkiye jî di navde cih digire, ji sedî 60,5 di aliyê wekheviya zayendî de li pişt maye. Li gorî raporê ji bo jin û mêr xwedî heman maf bin divê herî kêm 100 sal ji bo bibin xwedî heqdestê wekhe jî divê 257 sal derbas bibin. 
 
Li gorî daneyên Yekîtiya Di Navbera Parlamentoyan (IPU) û Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) a “Nexşeya Jinan a Siyasetê" ya sala 2020'an li parlamentoyan rêjeya mêran ji sedî 75 derbas kiriye. rêjeya jinê jî ji sedî 24,9 maye. Li hemû cîhanê jî hêj ji 4’an 3'ê mêr e. Her çend jin zêde bibin jî hêj kêm in. 
 
Beriya 25'ê Mijdarê nêzîk bibe, têkoşîna jinan a li welatên cîhanê me raçav kir. 
 
DYA 
 
DYA her çend di welatên cihanê de xwedî aborî û teknolojiya herî pêşketî be jî tevlebûna jinê qada aborî û siyasî hêj li paş e. Rêjeya tevlêbûna kar a mêr ji sedî 69.2 û ya jinan jî ji sedî 57.7 e. Li DYA rojê nêzî 3 jin tên kuştin. Di mijara êrîşa zayendî ya li dijî jinê de DYA di nava 10 welatên ewil de cih digire. Tundiya nava malê û cînayetên jinan roj bi roj zêde dibe. Tundiya nava malê didome. Jinên temenê wan 18-24  salî ji her 4 jinan 1 bi tundiya hevjîn û hevalê xwe re rû bi rû dimîne. Di demên demên dawî de li dijî mafên kurtajê hewldan zêde dibe. DYA ku ligel 30 welatan Danezana Mutabakata Cenevre îmze kiriye  û mafê kurtajê diparêze, di demê dawî de vê mijarê zêde niqaş dikin. Jinên ku bûn sedem Serokê DYA Donald Trump têk biçe, bûn edem ku Joe Biden hilbijartina Serokantiya DYA qezenç bike û Senetora Kaliforniya Kamala Harris bibe cîgira Serokê DYA. Harris, bû yekem jin a cîgira serokê DYA. Kamala Harris, dê di 20'ê Cileya 2021'an de erka xwe dewir bigire. 
 
SUDAN
 
Yek ji welatê ku jinan pêşengiya têkoşînê kir û rêveberî wî guhertin Sudan e. Li Sûdanê 30 salan Rejîma Omer El Beşir li îqtîdarê ma. Gel li dijî rejimê xwedî hêrsek mezin bû. Di sala 2018'an de hêrsa gel di pêşengiya jinan de vegeriya serhildanê û pişti çalakiyên 2 salan ên bê navber di 6'ê nîsana 2020’an de çalakiyên li dijî Rejîma Omer El Beşir dest pê kir. Jinan li Wezareta Parastinê Serwîsa Ewlehiya Neteweyî û Îstîxbata Neteweyî dest bi çalakiya rûnuiştinê kirin. Yek ji aktîvîsta jinên Sûdanê Alaa Salah bi gotina "Gule nakuje, bêdengî dukuje" li cîhanê dengê xwe belav kir. Piştî vê gotina Salah çalakiyên jinan bêtir belav bû. Di encama têkoşîna berxwedêr a Jinan de Rejima şeriatê di 6'ê Îlona 2020’an de têk çû. Piştî rejimin hat guhertin sunneta jinan rakirin. Jinan azadiya ger û geştê bi dest xistin. Cezayê li dijî LGBTİ+’an bi dawî bû. 
 
Çapeeniyê wekîe Şoreş û Bahara Ereban pênase kir. 
 
ŞÎÎLΠ
 
Kolanên welatê Şîîlî yê Başûrê Amerika demek dirêj e li dijî rêveberiyê bi çalakiyan diçelqe. Jin pêşengiya van çalakiyan dikin. Şîîlî welatê ku li dijî kuştina jinan û zayendperestiyê bi “Sridûda feministan" a Las Tesis  tê nasîn. Dansa ku sala par di 25'ê Mijdarê de li dar xistin, li hemû cîhanê belav bû. Jinan dansa La Tesis, di 25'ê Mijdarê de li Navenda Santiago li pêş la Plaza de Armas û Wezareta Wekheviya Zayendî û Jinan li dar xistin. Çalakiyên jinan ên rengîn berdewam dikin. Jinên Şîîlî ku bi dansa Las Tesis  bal kişandin ser xwe, niha madekariya çalakiyek nû dikin û çalakiyan li seranserî welat li dar dixin. 
 
POLONYA
 
Li Polonya di rojên dawî de bi tevlêbûna deh hezaran çalakî tên li darxistin. Pêşengiya van çalakiyan jin dikin. Jinan li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku di 22'ê Cotmehê de girtin û kurtaj qedexe kirin, dest bi çalakiyan kirin. 
Jinên Polonyayî li dijî biryara kurtajê li Paytext Varşova dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên jinan pêl bi pêl li tevahiya belav bûn. Jin bi 10 hezaran daketin qadan û bi şev û roj çalakiyên “Ji Kurtajê re azadî" li dar xistin. Çalakiyên jinan berdewm dikin. 
Dîsa ji ber ku dewlet zextan li ser rêxistinên civakî zêde dike û destûr nade alîkariyê bide kesên mexdûr çalakî didomin. 
 
EL SALVADOR
 
Yek ji welatê ku qedexeya Kurtajê berdewam dike welatê El Salvador e. Li vî welatîe mafê kurtajê ji sala 1998'an ve bi sedemên olî hatiye qedexekirin. Li El Salvadorê jinên ku di bin talûkeya jiyanî de bin jî nikarin kurtaj bibin. Li vî welatî ji her 15 saetan carekê jinek tê kuştin. Jin li dijî qedexeya kurtajê, bê navber çalakiyên girseyî li dar dixin. Di salek dawî de ji ber zewaca bêyî daxwaza jinê, gelek jinan dawî li jiyana xwe anî. Niha jin bi daxwaza bila mafê Kurtajê bibe zagon çalakiyên xwe berdewm dikin. 
 
ARJANTİN
 
Di salên dawî de jinên Arjantinî bi têkoşîna xwe bûn rojev û xwe mezin kirin. Jinên Arjantê bi salan in li dijî zagona kurtajê, wekheviya kar, heqê wekhev, li qadanin û çalakiyên xwe berdewam dikin. Jinan mehên borî dest bi çalakiya “Em jinek din kêm nabin." kirin. Çalakiyên girseyî yên jinan berdewam dikin. Di pêvajoya şewbê de li Arjantinê tundiya nava malê zêde bû. Jinan li dijî vê yekê di 20'ê Atarê de xeta li dijî tundiyê ava kirin û di serledanê de ji sedî 25 zêde bûn. 
 
MEKSİKA
 
Li Meksikayê têkoşîna jinan di 7'ê mijdara 2020'an de li dijî "Zagona Olimpia ya li Senatoya Meksikayê ket rojevê. Bi vê zagonê tundiya zayendî ya dijital wekî sûc hat dîtin. Dema zagon dihat niqaşkirin jinên feminist dest bi çlakiyan kirin. Senato, ji niha û şûnde dê kesên li ser platformên înternetê parvekirinên tacîz û tecawizê bikin wê wan ceza bike. 
 
Yek ji mijarên din kuştina jinan e. Bi milyonan jinan gotin “Tundiya li dijî jinê sûcê dewletê ye" û ji bo tundî û cînayetên jinan ên li welat şermezar bikin, di Adara 2020’an de rojekê dest bi grevê kirin. Li tevahiya welat xebatkarên sektorên taybet û cemaweriyê tev li van çalakiyan bûn. Li Meksikayê rojê nêzî 10 jin tên kuştin. Lêpirsina der barê kuştina 700 jinan de jî hêj didome. 
 
ALMANYA
 
Li Almanya jî wekî tê xuyakirin rewş ne baş e. Ji her 2 rojan carekê jin ji aliyê hevalê xwe ve tê kuştin. Li Almanya jî têkoşîna jinan belav dibe. Li Almanya hêj ji bo kurtajê ceza tên dayîn. Bi zagonan astengiyan datînin pêş jin û bijîşkan. Li gel qedexe ye jî zewaca zarokan didome. Dîsa ferqa hatinê ya navbera mêr û jin ji sedî 21-22 e. Jin dixwazin zagona ku Kurtajê wekî sûc dibîne bê rakirin. 
 
SWET 
 
Yek ji welatê ku jin li dijî tundî û newekheviyê têdikoşin Swêd e. Bi şewba vîrûsê re tundiya li dijî jinê zêde bû. Jinan li dijî tundiyê li Cenevre û gelek bajarên din çalakî li dar xistin. Swêd ji sala 1991'an heta niha bi çalakiyên li dijî newekheviyê û tundiyê di rojevê de ye. 
 
YUNANİSTAN
 
Li Yûnanîstanê jî di demên dawî de tundiya li dijî jinê zêde bûye. Jinan li dijî zagona ku tecawizê wekî “Têkiliya zayendî ya li dervê rizayê" pênase dikin çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de xala 336'an hat guhertin. Bi têkoşîna jinan zagon wekî "Têkiliya li dervê rizayê tecawiz e" hat qebûlkirin. 
 
MISIR
 
Li Misirê rewşa mafê jinan; wekî tundî, zêdebûn, mafê tenduristiyê, tundiya nava malbatê, aboriya jinê, di nava civakê de jin, di siyasetê de jin, di bin 6 kategoriyan de tê rêzkirin. Ji sedî 99.3’ê jinan bi taciza zayendi, ji sedî 91’ê jinan tên sunetkirin. Jin di qada polîtîkayêde qet cih nagirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbuyî li gel ku li Misirê suneta zarokên keç wekî sûc tê dîtin jî suneta jinan pir zêde ye û d nava welatê 4'emîn de cih digire. 
 
MA / Semra Turan - Berna Kişin
 
SIBÊ: Rewşa jinên welatên Rojhilata Navîn