Ji jinan çalakiya xeleka xemrî

  • jin
  • 16:43 15 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - TJA'yê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, bi çalakiya xeleka xemrî jinên hatine qetilkirin bibîr anîn. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Uskudara Stenbolê, ji bo jinên di encama tundiya zilam de hatine qetilkirin, çalakiya xeleka xemrî li dar xist. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên jinên hatibûn qetilkirin hilgirtin. Jinên ku pankarta "Em xwe diparêzin" vekirin, bi navbera dirûşmeyên "Edaleta zilam ne edalete raste", "Bijî berxwedana Jinan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Uskudarê Aysel Ozbek, di ablûkeya polîsan de, li ser navê jinan daxuyanî xwend.  
 
'EM Ê HESAP BIPIRSIN'
 
Ozbek, bal kişand ser têkoşîna Xwişkên Mîrabal û wiha axivî: "Xuşkên Mîrabel ku li Domînîkê li dijî dîktatoriyê li ber xwe dan bedela vê bi canê xwe dan, lê têkoşîna wan xuşkan rêya têkoşînê ji jinan re vekir. Ayselê got ku ji berê û heta roja îro tundiya mêr -dewletê li hemû qadên jin lê ne berdewam dike û ji wê rojê û şûnde jin ji bo ku bijîn bedelên herî giran dane." 
 
Piştî axaftinê, çalakî bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.