Jinek li Konyayê hat qetilkirin

  • jin
  • 15:00 16 Mijdar 2020
  • |
img
ENQERE – Li Konyayê, zilamê bi navê Seyfûllah K., gule li Elîf Yakin barand û qetilkir. Bi qetilkirina Yakin re, di heftiya dawî de hejmara  jinên hatin qetilkirin derket 12’an.
 
Elîf Yakin a li navçeya Seçûklû ya navenda Konyayê dijî, ji aliyê Seyfûllah K. ve bi çekê hat qetilkirin. Hat diyar kirin ku Elîf Yakin li gel Seyfûllah K. dixebitî. Ekîbên hatin cihê bûyer Elîf bi ambulansê rakirin Fakulteya Tipa Zanîngeha Selçûk. Hat diyar kirin ku Elîf jiyana xwe ji dest daye. Qatil Seyfûllah K. dûre hat binçavkirin.
 
DI HETIYEKÊ DE 12 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Di heman demê de, çend roj berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, hejmara qetilkirinên jinan zêde bûn. Bi qetilkirina Elîf Yakin re, di heftiya dawî de, 12 jin hatin qetilkirin. Li her derbara welat tundiya dewlet-zilam zêde dibe û ji bo jinên tên qetilkirin tu pêngav nayê avêtin.
 
Navê jinên di nava heftiya dawî de, hatin qetilkirin wihane: “Li Denîzlî Tugba Tokbaş, li Isparta Gamze Esgîcîoglû, li Sîlîvrî Tulay Sîvîl, Li Îzmîrê H.Z., li Îzmîtê Serap Özkan, li Aksarayê Saadet Korkmaz, li Meletiyê Emîne P, li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê Çîlem Kiliç, li navçeya Kinik a Îzmîrê Nerguzel Kocabiyik û keça wê Melike Kocabiyik. Li navçeya Korgan a Ordû yê Makbule Sari li mala xwe bi awayekê bi guman kuştî hat dîtin.