Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê

  • jin
  • 16:59 16 Mijdar 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Aktîvîstên TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de, li taxên Tersûsê belavok belav kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li taxên Tersûsa Mêrsînê belavok belav kirin. Gelek aktîvîstên TJA'yê tevli çalakiyê bûn. Jinên ku belavokên bi naveroka tundiya li ser jinê li jinan belav kirin jinin vexwendin çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê a Cîhanê. 
 
TJA'yê derbarê kampanya "Em xwe diparêzin" de jî, jin agahdar kirin.