Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re

  • jin
  • 14:20 17 Mijdar 2020
  • |
img

DERSIM - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, bi armanca piştevaniyê kart ji jinên siyasetmedar ên girtî re şandin. 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, ji jinên siyasetmedarên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Jinên ku li avahiya partiyê kom bûn, li ser kartan hestên xwe nivîsan û dûre çûn PTT’ê. Jinan kartên ji bo siyasetmedarên jin amadekiribûn bi rêya postayê şandin.