Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

  • jin
  • 12:36 18 Mijdar 2020
  • |
img
DERSIM – Derbarê 15 jinên endamê Platforma Jinan a Dersimê ku tacîzê şermezar kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di 6’ê mijdarê de Platforma Jinan a Dersimê, xwestibû têkildarî bûyera tacîzê ya li kargehekê li dijî jinekê pêk hatibû çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixe, lê polisan destûr nedabû û çalakiyê asteng kiribûn. Bi hinceta ku şertê mesafeya civakî bin pê kirine 3 hezar û 150 TL cezayê pere li 15 jinan hatibû birîn. 
 
Piştî birîna cezayê pere, Serdozgeriya Komarê ya Dersimê derbarê 15 jinan de bi hinceta “Berxwedana li Hemberî Polisan” û “Qedexeya Çalakiyan a Walîtiya Dersimê” lêpirsîn da destpêkirin. Miduriyeta Polisan a Dersimê di çarçoveya lêpirsînê de li her pazdeh jinan geriya û xwest ku biçin miduriyetê gotin bidin.