Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê

  • jin
  • 15:39 18 Mijdar 2020
  • |
img
ENQERE –Platforma Jinan a Enqerê, ji bo çalakiya ku di 25’ê Mijdarê de dê li ber Şaredariya Çankayê li dar bixin banga tevlîbûnê li jinan kir. 
 
Platforma Jinan a Enqerê, derbarê çalakiya ku ji bo 25’e Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ber Şaredariya Çankayê li dar bixin de, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê platformê Fatma Kiliçarslan axivî.
 
BANGA LI JINAN 
 
Kiliçarslan, di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku ji aliyê zilaman ve li ser jinan tên meşandin û diyar kir ku tundiya li ser jinê bi polîtîkayên desthilata AKP’ê zêdetir dibin û ev bang kir: “Ji bo ku em têkoşîna xwe mezin bikin di 25’ê Mijdarê de em li kuçeyan e. Ji bo ku em xwe, û qadên xwe yên jiyanê biparêzin di 25’ê Mijdarê saet di 18.00’an de li ber Şaredariya Çankayayê tên gel hev. Em bang li hemû jinên Enqerê dikin ku deng bidin dengê me.”