Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê

  • jin
  • 09:10 19 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa ku derbarê 23 parlementerên wê yên jin de 521 fezleke hatine amadekirin û tê xwestin parlementeriya 8 kesan bê betalkirin wekî "Platformeke pir nêrza û carinan vediguhere qada şer" nirxand.  

Li gor nexşeya "Di Siyasetê De Jin 2020" Tirkiye di rêza parlementerên jin de di nav 193 welatan de di rêza 122'yan de ye. Her wiha di rêza wezîrên jin de jî di nav 190 welatî de di rêza 138'an de ye. Di rêza cîhanê de niha di rêza 122'yan de ye. 
 
Her wiha di serdema 27'an a Meclîsê de jî 103 jin hatine hilbijartin û ji vana 26 jê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne. Lê belê derbarê parlementerên jin de heya niha 521 fezlek hatine amadekirin. Ev fezleke derbarê 23 parlementerên jin de hatine amadekirin. Ji van parlementeran 22 jê yên HDP'ê ne. 
 
‘VEDIGUHERE QADA ŞERÎ' 
 
Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Şideta Li Ser Jinê de temsîlîyeta jinê ya di meclîsê de û siyaseta nêrza nirxand. 
 
Taşdemîr, anî ziman ku li parlementoyê daxwaza temsîliyetê ya jinan bêbersiv maye û got: "Meclîs, meclîseke pir nêrza ye. Carinan veidguhere qada şerî. Gava em li arîtmetîka meclîsê jî dinêrin, em dibînin ku beşdariyeke wekhev tune ye. Nîviyê civakê jin in, lê belê gava em li meclîsê mêze dikin ji 600 parlementerî tenê 102 jê jin in. Ev rêje ji 6'an teqabulî yekê dike. Jin di warê siyasetê de, di warê siyaseteke serbixwe de zehmtiyê dikişînin." 
 
‘PROFÎLEKE NÊRZA' 
 
Taşdemîr, anî ziman ku li Meclîsa ku temsîliyeta wekhev tune ye, jin di warê gotina wekhev de jî bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimînin. Taşdemîr got: "Gava em li serokwekîlan û wezîran dinêrin, em dibînin ku jin tune ne. Tenê wezîrek jin e. Heger ji dest wan bê dê wê wezaretê jî têxin destê mêran. Li meclîsê biryarên civakê eleqedar dikin tên girtin. Lê belê gava mesele tê ser jinan, derbarê prisgirka jinan de polîtîka nayên hilberandin. Gava em derbarê jinan de tiştekî dibêjin 'dibêjin ma wekî dinr ojev tune ne?' û mudaxile dikin. Profîla wekîlên mêr pir nêrza ye û pir zayendparêz e. Li qehwexaneyekê mêr çawa nîqaş dikin, diaxivin û xeberan dibêjin, li Desteya Giştî ya Meclîsê jî heman tişt tên bilêvkirin. Şideteke pir nêrza û tehekumeke pir nêrza heye." 
 
TEKANE KOMA JINAN 
 
Her wiha Taşdemîr anî ziman ku li dijî vê nêrzatiya li parlementoyê wekîlên jin jî di warê hevkariyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got: "Piştevaniya jinê têkildarî dîtina jinê ye. A rast di vê çarçoveyê de pêkanîna yekîtiyê herî zehmet jî li Meclîsê pêk tê. Ji lewra qadeke werê ye ku pir berberîbûn lê heye û pêgirtîbûna bi sûltaya serektiyê heye. AKP, bi şidet û manîpuleyeke mezin bi ser HDP'ê de tê. Ev yek bandorê li Meclîsê jî dike. Parlementerên îqtidarê yên berê silav didan û merhebayek didan, niha gava çav we dikevin, wekî ku cin dîtibin tevdigerin. Siyaseteke dijminatiyê tê kirin." 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku li parlementoyê tekane koma jinan a partiya wan e û got: "Em, mehê carekê civîna jinan çêdikin. Me ji partiyên din jî jin dawet dikirin. Derbarê cinayetên jinan, pirsgirêkên hevpar ên jinan de hevdîtinên me çêbûn. Lê mixabin ji ber vê zemîna siyasî pir bi ser neket." 
 
Taşdemîr, anî ziman ku ligel ev qas tiştên neyînî jî têkoşîna hevpar a jinan di warê veguherînê de bandor li partiyên siyasî kiriye û got: "AKP, di asasê xwe de xeta jinê esas nagire, heya jê tê êrîşan dibe ser destkeftiyên jinan. Lê belê têkoşîna jinê kir ku ew jî siyaseteke jinê çêbike. Yanî di nav xwe de jî mecbûr dimînin derbarê meseleyên jinan de siyasetekê hilberînin. Gava me derbarê pirsgirêkên jinan de pêşnûmayekê berpêş dikir, mêr diaxivîn. Lê niha guheriye. Êdî di rojevên jinan de jin diaxivin. Têkoşîan jinê bandorek çêkiriye, lê hîn jî ne tam e." 
 
SIBÊ: Çîrokeke xweparastinê! 
 
MA / Berîvan Altan