Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin

  • jin
  • 09:11 19 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Jinên elewî anîn ziman ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî feraseta nêrza dakevin qadan û bi dirûşmeya "Tu bend tune ne ku em nikaribin bi hêza xwe wan derbas bikin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan. 

Bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê, ji çar hawirdorên cîhanê dengê berxwedana jinê bilind dibe. Jinên elewî jî bi vê boneyê bang li jinan kirin ku dakevin qadan. 
 
JI JINÊ DITIRSIN 
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Hulya Guntaş, destnîşan kir ku sedema zêdebûna sûcên li hemberî jinan tên kirin polîtîkaya bêcezatiyê ye û got, jinên li dijî vê yekê têdikoşin jî bi gefên îqtidarê re rû bi rû dimînin. Guntaş, anî ziman ku îqtidar dixwaze jinê ji hemû qadan dûr bixîne û got: "Di warê temsîliyetê de be jî cih nade jinê. Di gelek partiyên siyasî de jin tên paşguhkirin. Lewma biryarên ku divê jin bigirin, îro ji aliyê mêran ve tên girtin. Lê belê pergal bi dstê jinê hatiye avakirin, lê feraseta nêrza ev bi dest xistiye. Yên ku vê yekê biherifînin jî dê jin bin." 
 
ÊRÎŞA LI SER NASNAMEYA JINÊ 
 
Cîgira Seroka Cemxaneya Gaziyê Berna Guzel Gunduz jî anî ziman ku cinayetên jinan bi awayekî plankirî tên kirin û got, îqtira polîtîkayên xwe li ser tepisandina jinê ava kirine. Gunduz, destnîşan kir ku lê belê dê bi saya jinên serwext ev pergal biguhere û got: "Îqtidar li hemû qadên jiyanê bend danîne ber jinê. Wan asteng dike. Îqtidara ku dixwaze nasnameya jinê tune bike, bi awayekî dijwar êrîşan dibe ser ked, destkeftî û jiyana jinê." 
 
 
Gunduz, anî ziman ku ji roja roj de êrîş li ser elewiyan hene û ên herî zêd enesîbê xwe ji van êrîşan digirin jin in û got: "Lê belê divê jin bibin yek deng li dijî îqtidarê. Heger bbin yek dengê dê dîktatro biherifin. Divê em li hemû qadên ku feraseta nêrzayî heye, hêza xwe ya xweser derînin holê û li dijî hemû şidetan bi yek bin." 
 
‘EM BI HÊZA XWE BAWER BIN' 
 
Hevseroka Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Nergîz Guzel jî anî ziman ku îqtidar hemû bi feraseta nêrzayî tên birêvebirin û got: "Di êrîşên li ser elewiyan de jî bêguman ên herî zêde bandorê digirin jin in. Lê belê em ji kevneşopiya Sakîneyan, Zarîfeyan tên. Lewma tu bend tune ne ku em nikaribin bi hêza xwe ya xwesr wan derbas bikin."