Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin

  • jin
  • 12:01 26 Mijdar 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Leyla Ozturk a li Tarsûsê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve hat kuştin. 
 
Leyla Ozturk a li navçeya Tarsûsa Mêrsînê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve bi sîlehê hat kuştin. Piştî ku cîranan agahî da tîmên tenduristiyê, hatin cihê bûyerê û cenazeyê Ozturk rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Li aliyê din kujer ê xwest xwe li cihê bûyerê bikuje, birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.