Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye

  • jin
  • 12:52 30 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE – Meclisa Jinê ya HDP’ê, têkildarî serdegirtina kogûşên girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê de daxuyanî da û ev tişt got: “Hûn çiqas êriş bikin em ê jî ewqas bi hêz bibin û piştevaniya xwe mezin bikin.”

 
Meclisa Jinê ya HDP’ê, têkildarî serdegirtina kogûşên siyasetmedarên jin ên ku li Girtîgeha Jimara 1 a Tîpa F a Kandirayê girtî ne de daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku serdegirtina kogûşên girtîgehan îşkence ye û ev tişt got: “Ev serdegirtina ku bi awayekî kêfî pêk hatiye, encama polîtîkayên qaşo ‘reformê’ yên  AKP-MHP’ê ye.”
 
Roja 27’ê mijdarê li Girtîgeha Jimara 1 a Tîpa F a Kandirayê, gardiyanan bi ser kogûşên girtiyên jin Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Edîbe Şahîn, Aysel Tûglûk, Nûrhayat Altûn, Gulser Yildirim de girtibûn û nîşe, parastin û xebatên wan ên wêjeyî desteser kiribûn.