Li Mûglayê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 16:13 7 Kanûn 2020
  • |
img
MÛGLA – Li navçeya Fethiyeyê jina bi navê Selvan A. ku agahî jê nedihat girtin, li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
Li navçeya Fethiyeyê ya Mûglayê, jina bi navê Selvan A. (25) ku agahî jê nedihat girtin, li mala xwe mirî hat dîtin. Li ser agahî dayînê polis û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Selvan A. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Fethiyeyê. 
 
Li aliyê din ji bo girtina faîl hevjînê berê yê Selvan A.,  Tanjû A. xebat hat destpêkirin. Hat hînbûn Selvan A. ku 2 zarokên wê hene, beriya niha derbarê Tanjû A. gilî kiriye û derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibûye dayîn.