‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'

  • jin
  • 09:13 15 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Akademîsyen Ceren Sozerî, ji bo zimanê nêrza yê çapemeniyê anî ziman ku çapemeniya bi vî rengî rê li ber tahde û kuştinê vedike û rojnamevan Gulfem Karataş jî got: "Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza."

 
Çapemeniya nrza ku yek ji navgîna bîrdoziyî ya îqtidaran e, bi bilêvkirin û gotinên xwe yên li dijî jinan tahdeya fizîkî zêde dike û wekheviya zayendî ya civakiyî kûrtir dike. Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Doç. D.r Ceren Sozerî û Endama Komîsyona Jin û LGBTÎ+ ya Sendîkaya RojnamevanêN Tirkiyeyê (TGS) Gulfem Karataş, derbarê zimanê çapemeniyê yê li dijî jinan de axivîn.
 
Sozerî, diyar kir ku jin ji hêla kesên nêzî xw eve bi tahdeyê re rû bi rû dimînin û tên kuştin û got: "Lewma nûçeyên derbarên cinayet û tahdeyê de bi piranî di çarçoveya têkiliya malbatî yan jî têkiliya di navbera wan de derdikeve pêş. Di nav têkiliya sedem-encamê de li vê têkiluau dînamîk tê gerîn. Hevokê wekî 'Ji ber ku pir hez jê dikir ew kuşt', 'Ji ber ku guh neda evîna wî kuşt' kirasekî jê re difesilînin." 
 
PIRSGIRKEKE POLÎTÎK 
 
Sozerî, anî ziman ku berî ku tahde û cinayet çêbibin divê çapemenî tevbigere û got: "Li welatekî ku rojê herî kêm 5-6 jin tên kuştin de, ev êdî pirsgirêkeke pir cidî û polîtîk e. Mirov divê di vê çaçroveyê de nêz bibe. Hincetên kiryar, di nav nûçeyê de, nexasim jî di sernavan de qet neyê bikaranîn. Di dîtbariyê de jî divê baldarî hebe. Berdewamiya van dozan, dozên di vî warî de, çalakiyên jinan divê tim bibin nûçe." 
 
DIVÊ ZIMAN BIGUHERE 
 
Endama Komîsyona Jin û LGBTÎ+ ya Sendîkaya RojnamevanêN Tirkiyeyê (TGS) Gulfem Karataş, jî li dijî şideta di vî warî de bal kişand ser têkoşîneke topyekûn. Karataş, anî ziman ku li di têkoşîna li dijî tahdeyê de gelek faktor hene û heger yek ji vana kêm bibe dê têkoşîn sekteyê bixwe. Karataş got: "Gava nûçe bên çêkirin, çapemenî ku mecbûr e nirxên civakê esas bigire, divê newekheviya zayendî ya civakiyî essas bigire. Heger em behsa hêza çapemeniyê bikin, nexwe di çapemeniyê de divê zimanê jin û mêran jî biguhere." 
 
ROJNAMEVANÊN JINAN 
 
Karataş, bal kişand ser zimanê nefretî û têkoşîna jinê ya di warê çapemeniyê de. Karataş got: "Peywira herî girîng a rojnamevanan, zimanê nefretê ji holê rabikin û aştî û jiyana bi hev re biparêzin. Lê belê li dijî nûçeyên bi zimanê cihêkarî û dijminane tên serwîskirin ên ji hêla çapemeniya alîgir ve, peywireke mezin dikeve ser milê rojnamevanên jin. Heya zimanê nefretê ji holê bê rakirin em ê şopdarê çapemeniyê bin. Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza."