Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin

  • jin
  • 09:12 25 Kanûn 2020
  • |
img

RIHA - Rojnamevan Sozda Oremar ku binpêkirinên mafan ên li Efrînê dişopîne, diyar kir ku jinên lixwekirina çarşefê qebûl nakin wekî "heram" tên nîşandan û got: "Hin jin hene bi salan e derneketine derve. Ji lewra gava derdikevin bi taciz, tecawiz û êrîşên çeteyan re rû bi rû dimînin." 

 
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) tevî Artêşa Sûriyeya Azad /OSO) di 18'ê Adarê de ketin Efrînê, li bajêr lixwekirina çarşefê li jinan hat ferzkirin, mirov hatin revandin, jin bi taciz, tecawiz, tahde û kuştinê re rû bi rû man. Rojnamevan Sozda Oremar ku binpêkirinê mafan ên li Efrînê ji nêz ve dişopîne, destnîşan kir ku piştî ku bajar ket destê Tirkiye û OSO'yê, jin hepsî malê hatine kirin û derketina wan a derve wekî "heram" tê nîşandan. 
 
KIRINÊN DAIŞ'Ê 
 
Oremar, destnîşan kir ku kirinên DAIŞ'ê ketine dewrê û li bajêr tabela hatine daliqandin û li ser tabelayan lixwekirina çarşefê hatiye nivîsandin û ferzkirin. Oremar got: "Jinên ku çarşefê li xwe nekin wekî heram tên nîşandan. Jin hepsî malê bûne. Jinên ciwan newêrin derkevin derve. Hin jin hene bi salan e derneketine derve. Ji lewra gava erdikevin bi taciz, tecawiz û êrîşên çeteyan re rû bi rû dimînin. Gava çete pê dihesin li malekê jineke ciwan heye, heya wê nerevînin dev jê bernadin. An tecawizî wê dikin an jî wê direvînin dikujin." 
 
Raporên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Navenda Agahdarkirina Binpêkirinên Mafan a Bakurê Sûriyeyê, Komîteya Lêkolîn û Îstatîstîkê ya KOngreya Star Qamişloyê û Missin Afrin Women Project’in (Jinên Efrînî yên Winda) derbarê taciz, tecawiz, revandin û kuştinan de parve kirine, gotinên Oremarê piştrast dikin. 
 
HEZAR JIN HATINE REVANDIN 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di rapora xwe ya ku xwe dispêre daneyên 20'ê Çileya 2018'an heya Îlona 2020'an deî ragihandibû ku li seranserê bajêr hezar jin hatine revandin û ji van jinan aqûbeta 400 jinî nayê zanîn, 76 jê hatine kuştin û 76 jin jî bi tecawizê re rû bi rû mane. Her wiha di raporê de hatibû destnîşankirin ku li bajêr zewicandina zarokan ji sedî 40 zêde bûye. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku di navbera 1'ê Çileya 2020'an heya Mijdara 2020'an li seranserê bajêr 805 jin hatine revandin û ji van jinan 54 jê hatine kuştin. 
 
BI DELÎLAN PARVE KIR 
 
Komîteya Lêkolîn û Îstatîstîkê ya Kongreya Star Qamişloyê jî di rapora xwe ya 3 salan de ya derbarê kuştin û tecawiza hatiye kirin de nasnameyên hin jinên bi tecawizê re rû bi rû mane parve kir. 
 
Di raporê de agahiyên nasnameya 30 jinan hat parvekirin: 
 
* Valentîna Mustafa Hasan (22): Li gundê Darwîş ê navçeya Şeranê di sala 2018'an de tevî hevjînê xw ehat revandin. PIştî hat revandin tecawizî wê hat kirin û tahde lê hat kirin. Ên wê revandin wêneyê wê girtin û ji malbata wê re şandin. Hasan di destpêka sala 2020'î de telefonî malbata xwe kir û ji malbata xwe re got, hatiye revandin û li navçeya Kafr Nabl a Îdlîbê ye. Piştî vê hevdîtinê careke din xeber ji Hasanê nehat girtin û kes bi aqûbeta wê nizane. 
 
* Estirvan Esed Hesen: Di 20'ê Gulana 2018'an de li Kefer Sefrayê tevî 2 zarokên xwe hat revandin. 
 
* Erbîl Hesen (18): Di 25'ê Hezîrana 2019'an de li gundê Kodeleyê hat revandin. 
 
* Ghalia Daoud: Li gundê Cûmazno yê navçeya Mabatayê di 24'ê Tîrmeha 2019'an de hat revandin. 
 
* Leyal Xalid Dêrî (17) û Beyan Xezwan Hemo (16): Li ser rêya dibistanê di 24'ê Cotmeha 2019'an de hatin revandin. 
 
* Sara Abdullah Muhammad Alî (16): Li gundê Maraske yê navçeya Şeranê hat revandin û 6 mehan hat hepskirin. Endamê komeke paramîlîter ê bi navê Levant Front di Cotmeha 2019'an de ew revand. Paşê wê xistin hepsê. Ji hepsê reviya, lê li Efrînê hat girtin û tecawizî wê hat kirin. Piştî malbata wê 3 milyon pereyê Sûriyeyê fîdey da, di Nîsana 2020'an de hat berdan. 
 
* Roya Mustafa (15): Di Mijdara 2019'an de hat girtin. 20 roj şûnde bû qurbana îşkenceyên giran. 
 
* Zaleekha Othman (20): Di Çileya 2020'an de li gundê Kalkawî yê navçeya Rajoyê ji hêla koma Al-Hamzat ve hat revandin. Îşkence lê hat kirin û tecawizî wê hat kirin. 10 roj şûnde ji ber van êrîşan wê rakirin nexweşxaneyeke li îdlibê. 
 
* Aisha Xalil Kadro: Di 17'ê Sibata 2020'an de li gundê Kafr Safrayê hat revandin. Hîn jî winda ye.
 
* Fatima Mihemed Hassan (22): Li nêzî Marat massarînê di 27'ê Adara 2020'an de hat revandin. 
 
* Hêvîn Xeyal More (17): Li gundê Çelem ê navçeya Cendirisê ji hêla kesekî girêdayî koma Al-Feyleq Alshamê ve di 12'ê Gulana 2020'an de hat revandin. Hîn jî aqûbeta wê nediyar e. 
 
* Malik Nabih Xelîl Jumah (16): Li gundê Derwîş ê navçeya Şeranê di 23'yê Gulana 2020'an de ji aliyê koma Sûltan Mûrad ve hat revandin. 
 
* Silvana Abdel-Rahman Qara Gul (45): Li gundê Satya/Mu'tablî yê navçeya Aşrafîehê di 31'ê Gulana 2020'an de ji aliyê polîsên çekdar ve hat revandin. 
 
* Laura Hasan (19): Di 6'ê Sibata 2020'an de li gundê Fexîrûyê hat revandin. Jineke êzidî ye. 11 rojan di girtîgehê de ma. Ji bo dev ji êzdatiyê berde tahdeyeke mezin lê hat kirin. 
 
* Haifa Al-Jasem: Di bin banê Rêveberiya Xweser de hemşîretî dikir. Li Efrînê hat revandin. 
 
* Nadia Hassan Suleiman (20): Li gundê Quzilbasha yê navçeya Bilbilê di sala 2018'an de hat revandin.
 
* Her du xwişkên hev Lonjin Mihemed (24) û Rojîn Mihemed Xelîl Abdo (19): Li gundê Dumlîa yê navçeya Mabatayê ji aliyê kesên birûpoş ve hatin revandin. 
 
* Rokan Manla Mihemed (27): Li herêma Joûqeh a Efrînê di 6'ê Îlona 2018'an de tevî hevjîn, bav û birayê xwe ji hêla koma Al-Hamzat ve ji navçeya Mabata hat revandin. 
 
*Arîn Dli Hesen (21): Li gundê Kimar ê Şêrawayê di 27'ê Sibata 2020'an de ji hêla koma Al-Hamzat ve hat revandin û hat hepskirin.
 
* Newroz Anwar Bakr (17): Li gundê Reca yê navçeya Mabatayê ji hêla koma Al-Hamzat ve hat revandin. Li gor agahiyên bi dest ketine, di 1'ê Hezîrana 2020'an de hatiye berdan. 
 
* Roshan Amouna Mohamed Amin (35): Di 6'ê Cotmeha 2018'an de li gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê ji aliyê koma Al-Hamzat ve tevî hin xizmên xwe hatiye revandin. 
 
* Zilux Mihemed Hesen Daxeli (60): Di 3'yê Adara 2018'an de ji aliyê komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hat revandin û hat gulebarankirin. 
 
* Tolîn Biro (16): Çendî ku tê gotin di 22'yê Cotmeha 2018'an de ji ber teqîna mayinek jiyana xwe ji dest daye jî, lê belê li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandine, berî ku bimire îşkence lê hatiye kirin û dû re jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Aisha Henan (80): Li gundê Burc Ebd Eloyê di 8'ê Mijdara 2018'an de, koma Al-Hamzat avêtiye ser mala wê û ji ber ku nehiştiye mala wê bê talankirin hatiye daliqandin. Kurê wê jî heya serê sibehê di binçavan de hat hiştin. 
 
* Hediya Ehmed Murad: Li gundê Cilbira yê navçeya Şêrawayê di 9'ê Sibata 2019'an de gava hewl daye sînorê Sûriye-Tirkiyeyê derbas bike ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatiye kuştin. 
 
* Horiya Mohemed Bekir (74): Di 6'ê Îlona 2019'an de tevî hevjînê xwe hat kuştin. Mala wê hat talankirin. 
 
* Nargez Dadu (23): Di 17'ê Mijdara 2019'an de li gundê Kemarê hat kuştin. Li ser canê wê şûna 10 guleyan hebû. 
 
* Fatime Kane (80): Li gundê Haikaja yê navçeya Şîa ya Efrînê di Nîsana 2020'an de piştî kontrola komên Tirkiye piştgiriya wan dike, li malê cendekê wê hat dîtin. Li ser canê wê birîn hebûn û hat ragihandin ku hatiye fetisandin. 
 
200 JIN HATIN REVANDIN 
 
Herî dawî saziya Afrin Women Project (Jinên Efrînî yên Winda) li ser malpera xwe parve kir ku di 2 salên dawî de 200 jin hatine revandin û di meha Mijdarê de 11 jin hatine revandin, ji vana yek jê hatiye berdan û 10 jê jî aqûbeta wan nediyar e. 
 
MA / Bariş Polat