Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê

  • jin
  • 12:01 30 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diyar kir û destnîşan kir ku sala 2021’an dê bibe sala mezinkirina têkoşînê û got: “Jiyana meya nû ya civakî ya îdeal ku li ser bingeha azadiya jin û wekheviya zayendî ye wê bibe rêbera sedsala bê.”   
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diyar bike di 27’ê kanûnê de bi awayek online civîn li dar xist û encamnameya civîna xwe weşand. Daxuyanî bi ser navê “Wê sala 2021’an bibe sala mezinkirina têkoşîna azadiya jinan” hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin wan civîna xwe diyarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di 22’ê kanûnê de hatibû girtin kirine. 
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku sala 2020’an ji sepanên dij hiqûqî bigire heta pandemiyê di gelek mijaran de salek zor bû û ew ê di sala 2021’an de têkoşîna azadiya jinan hin bêtir mezin bikin. Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê wiha ye: 
 
SALA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ 
 
“Pergala kapîtalîzmê û netew dewlet a vê pergalê birêve dibe, ev demek dirêj e li dinyayê krîzan pêk tîne. Ev krîz di pandemiyê de hat bikaranîn û tenduristiya gelan tune hat hesabandin. Dixwazin vê krîzê bi raçavkirina serymayeyê aş bikin. Îqtîdarên li tevahiya dinyayê pandemiyê ji xwe re kir wek fersend û serdestiya zilam û otorîteriyê hin zêdetir bi hêz kir. Tevgerên jinên cîhanê û tevgerên femînîst li dijî vê têkoşîna xwe mezin kir. Ji bo me jinan sala 2020’an bû sala têkoşîn û berxwedanê. Wê ji niha şûn ve jî ev têkoşîn û berxwedan mezin bibe. Em ruhê berxwedan û têkoşînê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê bimeşînin. 
 
Bi krîza kapîtalîzmê ya li welatê me re 18 sal in îqtîdara AKP’ê jî vê krîzê kûrtir dike û siyasetek ku alîgariya şer û zilaman dike birêve biriye. Bi vê siyaseta AKP’ê re tundî û zext zêde bûne. Barê krîzê dane ser milê me jinan. Jin li aliyekî bêkar tên hiştin li aliyê din jî mehkûmî her cûre karên erzan tên kirin. Karûbarên xwedîkirinê û kedê tevahî didin ser pişta jinan. Tundiya zilam zêde dibe û bi bêcezakirinê tê xelatkirin. 
 
KOMARA QEYÛM 
 
Niha bloka AKP û MHP’ê lawaz bûye. Çareya xwe di tayînkirina qeyûman de, dabeşkirina pergala me ya hevserokatiyê, destekftiyên jinan û êrişkirina ser Peymana Stenbolê de dibîne. Îqtîdar tevahiya welat bi qeyûman birêve dibe. Herî dawî jî yasayek derxist da ku qeyûman deyne ser rêxistinên civakî yên sivîl. Îqtîdar adeta dixwaze welat bi ‘Komara Qeyûm’ birêve bibe. 
 
ME EDALET RASTÎ XWEST 
 
Me wek jinên HDP’ê li kuçe, Meclîsê, li zeviyan, fabrîkayan û li her qadê jiyanê li gel jinan cih girt û me bi hev re dengê xwe bilind kir û gotina xwe kir. Li dijî destavêtin û destdirêjiyê me serê xwe rakir û me li dijî polîtîkaya bêedaletiyê û bêcezakirina kiryaran dengê xwe bilind kir û li dijî daraz û îqtîdara ku zilaman diparêze derketin û me edaleta rasteqîn parast. Em ê ji têkoşîna xwe paş de gav neavêjin. Em li cem her jinên ku bi tundî û êrişan re rûbirû dimînin cih digirin û em ê têkoşîna xwe bi wan re bilind bikin. 
 
EM KEDA JINAN DIPARÊZ IN 
 
Me li dijî budçeya rant û talanê dengê xwe bilind kir û daxwaz û israra xwe ya budçeyek wekhev anî ziman. Em bûn dengê hemû jinan. Em li dijî budçeya alîgir û rantê derdikevin û li cem jin, ciwanên keda wan tê xwarin û feqîran cih digirin. Em wan budçeyek ku her kesî difikire diparêz in. Me ji bo jinan her cûre pêşniyazên ku keda wan were dîtin kir. 
 
DIMINATIYA KURDAN DIDOME 
 
Îqtîdarê tenê ne li hundir li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî siyasetek li dijî kurdan birêve bir. Îqtîdar dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike û berê kurdan bide hev û şerek navxweyî derxe. Jinan îradeya xwe ya azadî û aştiyê ku ji bo yekîtiya neteweyî danîn holê a rast dê li Rojhilata Navîn di sedsala 21’an qezencan pêk bîne. 
 
QATIL Û TECAWIZKAR LI DERVE NE 
 
Bi sedema pandemiyê yasaya înfazê derxistin û qatil, tecawizkar, êrişkar, mafyayan serbest berdan. Girtiyên têkoşînek rûmet didin jî nehatin berdan û girtîh atin hiştin. Girtiyên siyasî hin bêtir hatine tecrîdkirin. Li girtîgehan polîtîkaya tecrîd, şer, polîtîkayên neçareserkirin û binpêkirina mafan ên îqtîdar birêve dibe didome. Girtiyan li dijî van polîtîkayên wan dest bi greva birçîbûnê kirin. Grevê mehek li pey xwe hiştiye. Grevên birçîbûnê hêj ku negihîştiye astek xeternak divê demildest daxwazên girtiyan werin bersivandin û çareserkirin. 
 
EM BIRYARA BO LEYLA GUVEN NAS NAKIN 
 
Hevala me Leyla Guven dij hiqûqî û qanûnî  hat girtin. Em sedema vê biryara girtinê dizanin. Çimkî îqtîdar ketiye nava tirsê. Bi rêya darazê dide girtin. Ev biryar ji bo me ne biryar e û em vê biryarê nas nakin. Wek ku Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven got li hundir jî li derve jî em ê têkoşîna xwe li her deverêbidomînin. 
 
EM Ê LI SER PÊYA BIN 
 
Sala 2020’an ji sepanên dij hiqûqî bigire heta pandemiyê û di warê gelek mijaran de salek gelek zor bû. Lê tevî vê yekê jî em wek jinan li tevahiya welatan têkoşîna xwe mezin kir. Wê di sala 2021’an de têkoşîna me ya azadiya jinan hin bêtir mezin bibe. Wê têkoşîna me li nav partiyê, li derve, li Meclîsê, li malan, li zanîngehan, fabrîkayan, li zeviyan, li meydanan bidome û em ê li dijî serdestiya zilaman li ser pêya bin. Jiyana meya nû ya civakî ya îdeal ku li ser bingeha azadiya jin û wekheviya zayendî ye wê bibe rêbera sedsala bê.”