Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e

  • jin
  • 10:03 31 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan tên ragirtin name şandin û ragihandin ew bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane û mafên wan tên desteserkirin. 

 
Beyaz Yakvî, Emîne Yildirim, Mukaddes Çelîk, Rojbîn Perîşan, Emîne Îpek, Songul Ekîncî, Havva Ak, Sayme Bayar, Asli Çalihan, Gulluzar Erman û Mizgîn Çîftçî yên li Girtîha Gebzeyê ya Jinan tên ragirtin nameyek ji Adîl Okay ê ji Înîsiyatîfa Hatiye Dîtin (Gorulmuştur İnisiyatifi) re şandin û jinên girtî di nameyê de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dikin û banga hestiyariyê dikin. 
 
Name di 12’ê Mijdarê de hatiye nivîsandin. Çend roj berê gihîştiye destê Okay. Girtî di nameyê de diyar dikin ku bi şewba vîrûsa koronayê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û mafên wan ragihandin û agahî girtinê û her wiha mafên wan ên civakî hatine sînorkirin û ew bi pirsgirêk û tengaviyên cidî re rûbirû mane. 
 
AGAHIYA WAN JI CÎHANÊ NÎNE 
 
Nameya ku Okay bi ajansa me re parve kir wiha ye: 
 
“Pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên cidî hene. Yek ji van pirsgirêkên sereke jî ew e ku mafê ragihandina civakî ye. Vî mafê ji holê rakirine. Têkiliya me ji bilî kesên di odeya me de bi kesî re nîne. Em bi temamî ji cîhanê qût bûne û wisa dijîn. Ji bilî rojname û televîzyonên medya alîgir, tu mafek din nîne em agahiyan bigirin. Mafên me yên ragihandinê hatine desteserkirin. 
 
DAXUYANÎ NADIN 
 
Di şertên asayî de têkiliya me bi cîhana derve û malbatên me re çêdibe. Bi pêvajoya pandemiyê re ji mehek an jî ji du mehan carek em dikarin hevdîtina girtİ^pêk bînin. Mafê me yê hevdîtina vekirî hatiye astengkirin. Astengkirina mafên me bi qasî pandemiyê xeternak e. Bi hêceta pandemiyê hevdîtinên li gel malbat û hevalên me hatine astengkirin. Sazî ango girtîgeh derbarê qewimandinan de tu daxuyaniyê nade. 
 
EM BI MEXDÛRIYETÊ RE RÛBÛR NE 
 
Li girtîgehê ji bilî hevalên odeya me amûra em xwe bi hevalên girtîgehê re digihînin hev tenê name şandin e. Bihayê şandina nameyan gelek zêde ye. Nameyên em dişînin jî nagihijînin cihê xwe. Ên digihîjin jî dereng dimînin. Nameyên ji me re jî bi heman awayî tên. Binpêkirina vî mafê me bi awayek cidî dike ku em bi mexdûriyetê re rûbirû bimînin. Ji bo pirsgirêkên me çareser bibin em daxwaznameyan didin rêveberiyê lê bes bersiva daxwaznameyên me nayên dayîn. Gelek caran daxwaznameyên tên windakirin. 
 
DENG BIDIN DENGÊ ME 
 
Cilên me û eşyayên me ku bi rêya serdan û kargoyê tên piştî çend rojan tên sekinandin didin me. Ji ber ku bi hestiyar tevnagerin gelek caran ew eşyayên me winda dibin. Ev binpêkirin û gelek binpêkirinên din hene ku werin nivîsandin. Li girtîgehê sepanên kêfî yên heyî gelek zêde ne. Em bi we bawerin ku hûnê deng bidin dengê me. Em silav û hezkirinên xwe dişînin.”