Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan

  • jin
  • 15:16 31 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Jin di roja dawî ya salê de li dijî kuştina jinan derketin kolanan û bertek nîşanî tundiya li ser jinan û kuştinê dan. 

 
Di hefteya dawî ya sala 2020’an de Aylîn Sozer, Selda Taş, Vesîle Donmez û Betul Tûglûk ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Sazî û dezgehên jinan li Wan û Amedê li dijî kuştina jinan û tundiyê di roja dawî ya salê de derketin kolanan û van qetilkirinan şermezar kirin û bertek nîşan dan.
 
Komeleya Jinan Star ku li Wanê xebatê xwe birêve dibe li avahiya komeleyê daxuyanî da. Gelek jin beşdar bûn. Seroka Komeleyê Serap Guvenç daxuyanî da û diyar kir ku li welat qetilkirina jinan didome û got: “Tundî û êrişkarî bi cînayetan encam dide. Jin tên kuştin, bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin û tên îşkencekirin. Ne tenê jin, zarok jî bi îşkenceyê û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Kujer û kiryar tên girtin lê nayên cezakirin. Em dixwazin kujer werin cezakirin. Di sala 2020’an de nêzî 300 jin hatin kuştin. Li dijî her cûre tundî û kuştinê em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em ne bêçare ne.” 
 
AMED
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed(DAKP) ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan li Parka Xazal a li navçeya Yenişehîra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Semra Guzel û gelek jin endamên Platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan parkarta “Qetlîama jinan encama polîtîkayên desthîlatdariya mêr e” vekirin û dirûşmên “ Jin jiyan azadî”, “Ne edaleta mêr, edaleta rastî dixwazin”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “ Jin natirsin hesap dipirsin” berz kirin.  Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn ve hat xwendin.
 
‘JIN TÊN QETILKIRIN Û KUJER TÊN XELATKIRIN’ 
 
Akşahîn diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP’ê jin ji civakê tên dûrxistin û bi awayekî sistematik tên qetilkirin û got: “Kuştina jinan girêdayî polîtîkayên desthîlatdariya li dijî jinê ye. Tê xwestin ku li ser beden û hebûna jinan mekanîzmayên zext û desteserkirinê ava bikin. Di vî welatî de ken, cil û tevgerên jinan wek sûc tên hesibandin û ji ber wan sedeman tên qetilkirin. Kujerên jinan û bersûcên îstîsmara zarokan bi hinceta cil û kincên xwe daxistan halê baş distînin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin. Ew ê jin tu carî li ber wan polîtîkayan serî netewînin. Jin tên binçavkirin û girtin. Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin bipirsin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.