NûJINHA’yê dest bi weşanê kir

  • jin
  • 10:31 6 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - NûJINHA ku bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Stockholmê ye dest bi weşanê kir. 

 
Ajansa Nûçeyan a Jinê (NûJINHA) ku bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li paytexta Swêdê Stockholmê ye îro dest bi weşanê kir. NûJINHA wê weke dengê jinên Rojhilata Navîn dê bi zimanê kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngîlîzî wêşanê bike. Her wiha di nava zimanê kurdî de bi zaravayê kurmancî û soranî weşan tê kirin. 
 
NûJIHHA di rûpela xwe de wiha qala xwe dike: 
 
“Ji duh ber bi siberojê ve dengê jinan NûJINHA…
 
Li warê ji dîrokê ve hemû heyînên destpêkê bi destê jinan jîndarbûyî; Rojhilata Navîn serhildêriya jinan weke gulberojê ji nava axê serê xwe rakiriye û berê xwe vegerandiye rojê, ango ronahiyê. Têkoşîna jinan a bê hempa, di serî de li vê axê û ji jinên li gelek deverên cîhanê re bûye ronahî. Ji bo pêşeroja bi destên xwe raçandî hîn zêdetir bide dîtin, an jî bigihîne jinên li gelek deverên cîhanê ango pêdiviya bihevrebûnê carek dinê jin anîn gel hev.
 
‘EM BI HEV RE HÊZ IN’
 
Jinên rojnameger ên ji demboriyê ber bi dahatuyê ve ji tecrubeyên xwe fêz girtine, ji bo dayîna rastiyan û zimanek nû ketin rê. Di kargihan de jinên ku her roj keda wan tên mêtîngerkirin, li tax û mala xwe; bi nasnameya karkerî, hunerî, akademisyenî û dibe ku bi nasnameya xwe ya nivîskariyê jî tine tên hesibandin, ji nedîtî ve li wan tê nêrîn, her dayîm bi şidetê tên çewisandin, dê êdî dengê wan, dîwaran û sînoran derbas bike. Di NûJINHA'yê de jinên ku li peyî heqîqetê dimeşin, li hemberî hemû qalib û zimanên bûne kirde, wê bi hemû ‘heyîn’ û sadebûna wê ve bi nûçe û rêzenivîsên xwe bigihîne xwendevanên xwe. Dê bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî bê ferqa ziman, bawerî û rêgezan çîroka hemû jinan bê ‘cudakarî’ bi feraseta ku em bi hev re bi hêz in wê bi bîr bîne û bi nivîsîne.
 
‘DÊ XWE BIGIHÎNE JINÊN ROJHILATA NAVÎN' 
 
Dê jin bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Swêdê ye, heqîqeta jinbûyînê di rûpelên xwe de parve bike. Jinên rojnameger bi ajansek nû dest bi vê riyê kirin. NûJINHA dê xwe bigihîne jiyana jinên li rawestgehên cuda yên Rojhilata Navîn û amade ye ji bo guherîna jiyana wan bide bihîstin. 
 
Baş e ku hûn hatin nava me …”
 
Hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin rûpelê: