Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir

  • jin
  • 17:16 6 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Jinan destdirêjiya ku ji aliyê gelek kesan ve li taxa 1’ê Gulanê ya navçeya Ataşehîrê li zarokekî hatibû kirin, protesto kirin û banga seferberiya civakî kirin.
 
Meclîsa Jinan a Kongeraya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn û Komeleya Pîr Sûltan Abdal, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî destdirêjiya ku ji aliyê gelek kesan ve li taxa 1’ê Gulanê ya navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê li zarokekî hatibû kirin, dan. Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Em rê nadin kuştina jinan jî îstîsmarkirina zarokan jî” vekirin û dovîzên “Efûya îstîsmarkirinê nabe” , “Neparêze, bidarizîne” hilgirtin. 
 
‘EM Ê LI DIJÎ ÎSTÎSMARÊ BIBIN DÎWAR’
 
Li ser navê jinan daxuyaniya hevpar endama Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn Havva Cûştan xwend. Cûştan, diyar kir ku destûr nadine normalkirina îstîsmarên zayendî û got ku parastina zarokan tenê li ser kaxiz dimîne. Cûştan, derbarê îstîsmara zayendî de gotinên wezîran bi bîr xist û wiha got: “Ji bo ku pêşî li îstîsmarkirinên li hemberî zarokan bê girtin divê polîtîkayên ku bingehê ji îstîsmarkirinê re vedikin ji holê rabin û seferberiya civakî were îlankirin. Em hemû dê li dijî îstîsmarê bibin dîwar û rê nedine îstîsmarkirinê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Neparêze bidarizîne” bi dawî bû.