Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’

  • jin
  • 14:15 23 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Lîstikvan û nivîskarên piştevanî dan kampanyaya “Tevkujiya zayendî” ya EŞÎK’ê li dijî komkujiya jinan da destpêkirin, banga kombûna Meclîsê ya bi xalên rojêva lezgîn kirin.
 
Platforma Jinê ya Ji BO Wekheviyê (EŞÎK), li dijî komkujiyên jinan, duh kampanyaya “Komkujiyên Jinan - Tevkujiya Zayendî” dan destpêkirin û xwestin ku her kes piştevaniya wan bike. Piştî vê yekê gelek lîstikvan, nivîskar, rojnameger û hunermend, ji bo ku balê bikişînin ser komkujiyên jinan, dîmenên ku amade kiribûn li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Gelek nivîskar û hunermendan di dîmenan de, banga "Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe" kirin.