Li Esenyûrtê mirinek bi guman

  • jin
  • 10:20 25 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Li Esenyûrtê, Z.C. ya 17 salî bi awayekê bi guman ji berbana otelekê ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, Z.C. ya 17 salî, bi awayekê bi guman ji berbana qata 8’emîn a otelekê ket xwarê. Ekîbên tendurîstiyê û polîsan piştî agahî dayîna welatiyên derdorê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduriyetê di mudaxileya ewil de diyar kirin ku Z.C. jiyana xwe ji dest daye.  
 
Polîsan 4 kesên ku di otelê de bi Z.C. re bûn, ji bo îfadeyên wan bigirin, birin miduriyeta polîsan a navçeyê.