Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin

  • jin
  • 16:31 25 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Hat hînbûn ku Zerda C. a 17 salî ku li navçeya Esenyûrtê bi awayekî guman ji şaneşîna otelekê ket û jiyana xwe ji dest da, serî li polîsan daye û gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin.
 
Hat hîn bûn ku Zerda C. a 17 salî ku li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê bi awayekî guman ji şaneşîna otelekê ket û jiyana xwe ji dest da, bi giliya êrîşa zayendî serî li polîsan daye.
 
Zaroka bi navê Zerda C. ya 17 salî ku di saetên serê sibê de li oteleke li ser Bûlwara Dogan Arasli ya Taxa Înonu dima, bi awayekî guman ji şaneşînê de ket. Piştî ku kesên derdorê agahî dan, ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê bi mudaxaleya ewil diyar kirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê zarok rakirin morga Saziya Tiba Edlî.
 
BI GILIYA ÊRÎŞA ZAYENDÎ SERÎ LÊ DAYE
 
Di çarçoveya destpêkirina lêpirsîna ya têkildarî buyerê de, ji bo îfadeya wan bê girtin 2 jê zilam 4 kesên bi Zerda C.’yê re di heman odeyê de diman birin Miduriyeta Polîsan. Hat diyar kirin ku 4 kesên ku îfadeya hatine girtin îdea kirine ku Zerda C.’yê întîxar kiriye. Derket holê ku beriya niha Zerda C.’yê serî li polîsan daye û gilîkiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin.
 
Lêpirsîna derbarê Zerda C.’yê de didome.