Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin

  • jin
  • 09:16 30 Çile 2021
  • |
img

ANTALYA - Ç.Y.'ya ku Mûrat K. tecawizî wê kiribû, hewl dabû întihar bike. Ji ber vê astengdar bûye û niha di nav ciya de ye. Her wiha sûcdaran û parêzeran wan jî bi mirinê gef li parêzera Ç.Y.'yê xwarine.

Li navçeya Doçemealti ya Antalyayê di 30'yê Îlona 2019'an de Mûrat K. bi referansa patron Ç.Y.'yê li wesayîtê siwar dike da wê bibe rawestgeha texsiyan. Lê belê Mûrat K., Ç.Y.'yê direvîne û tecawizî wê dike. Mûrat K., Ç.Y.'yê dibe atolyeya li Taxa Altinkaleyê û li wir tecawizî wê dike. Her wiha tevî G.K. jî bi darê zorê tiryakê dide Ç.Y.'yê. Gava Ç.Y. xwe ji nav destê Mûrat K. xelas dike, diçe qereqolê û giliyê wî dike. 
 
HER DU SÛCDAR HATIN BERDAN 
 
Piştî Ç.Y.'yê gilî kir Mûrat K. û G.K. hatin binçavkirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Antalyayê jî bi şertê kontrolkirina edlî her du kes berdan. Dû re Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê jî bi tawanbariya "xesp", "birîndarkirina bi qesdî" û "êrîşa zayendî" îdianame amade kir. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Antalyayê didome û her du sûcdar bi awayekî negirtî tên darizandin. 
 
Parêzera Ç.Y.'yê Bîlgenûr Yalçin, anî ziman ku Ç.Y. ji ber vê travmayê hewl daye întihar bike û ji sedî 99 astengdar bûye û di nav ciya de ye. Parêzer Yalçin got: "Gava muwekîl piştî tecawizê çûye qereqolê, bi nêzîkatiyeke nebaş re rû bi rû maye. Bi zext û zoriyan re rû bi rû maye û ji ber ku bi kuştina zarokê wê gef lê hatiye xwarin tirsiyaye. Min ew bir psîkiyatrî. Bijîşk got, herî kêm divê mehekê bimîne û tedawî bibe."
 
Yalçin, da zanîn ku danişîna 4'an hatiye lidarxistin û daxwaza dayika Ç.Y.'yê ya ji bo tevlibûna danişînê di danişîna 3'yan de hatiye redkirin. Parêzer Yalçin got: "Daxwaza me ya ji bo beşdarbûyînê nehat qebûlkirin. Me zext û zorî hîs kirin. Lê di danişîna dawî de daxwaza me hat qebûlkirin. Di vê danişînê de jî biryara girtinê nehat girtin û me jî biryar da ku em haya çapemeniyê pê bixin." 
 
MAFYA 
 
Parêzer Yalçin, destnîşan kir ku sûcdarên hatine berdan tim gefan li muwekîla wê dixwin û piştî demekê gef li wê jî xwarine. Yalçin got: "Tim muwekîlê şopandin. Qîma xwe bi vê neanîn, ez jî şopandim û xwestin me daxilî nav hin dafikan bikin." 
 
Yalçin, destnîşan kir ku berdana van kesan tiştekî dûrî aqilan e û got: "Ji ber ku sûceke katalogî bû, me digot ê bên girtin. Lê belê ez dibêjim tê de bandora hin kesên mafya heye ku gef li me xwarin." 
 
NIKARE RABE SER XWE 
 
Yalçin, diyar kir ku ji ber ku ev kes gelek caran gef li Ç.Y.'yê xwarine û bi kuştina zarokê wê gef lê xwarine, Ç.K. jî hew îdare kiriye û hewl daye xwe bikuje. Yalçin got: "Çendî ku danişîn dihatin taloqkirin jî, a ku muwekîla min li jiyanê digirt kurê wê û pêşeroja wê bû. Lê her ku bi kuştina kurê wê gef lê xwarin, hew îdare kir. Bi telefonan travmaya muwekîlê zêdetir kirin. Muwekîl jî hewl da xwe bikuje." 
 
BI MIRINÊ GEF LÊ JÎ XWARIN 
 
Yalçin, destnîşan kir ku bi mirinê gef lê jî hatine xwarin û got: "Min ewilî guh neda gefên wan û min digot wê hew gefan bixwin. Lê piştî celseya dawî, parêzerê wan gef li min xwarin û serekê rêxistina sûcî pêşî hevaltî pêşniyazî min kir û xwest li ser medyaya civakî daxilî nav tora xwe bike. Gava dît mi fêm kir, vê carê heqaret kirin. Dû re bi hin hesabên medyaya sosyal û storyên Whatsaapê gef li min xwarin." 
 
‘EM Ê XWIŞKA TE BIKUJIN' 
 
Yalçin, anî ziman ku herî dawî jî kesekî karta wî ya rojnamevaniyê heye gef lê xwarine û got: "Vî kesî ji min re got, 'ger tu biçî haya çapemeniyê pê bixî dê xwişka te bimire.' Pêşî karta xwe ya çapemeniyê û dû re çeka xwe ya di baxajê de rê min da." 
 
GILÎ KIR 
 
Yalçin ku got "Divê meriv bide ber lêpirsîn çima dadger derbarê vê dosyeyê de biryara girtinê nadin" destnîşan kir ku gef çi dibin bila bibin dê tê têkoşîna wê ya hiqûqî bidome. Yalçin, anî ziman ku li dozgeriyê hem giliyê hevpîşeyê xwe yê ku di celseya sisêya de gef lê xwaribûn kiriye hem jî giliyê kesên din kiriye. 
 
MA / Hamdûllah Kesen