Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin

  • jin
  • 20:44 15 Hezîran 2021
  • |
img
EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Edeneyê hevdîtin bi jinan re kir, diyar kir ku Peymana Stenbolê destkeftiya jina ye û got: "Heya peyman pêk neyê, kîjan jin jiyana xwe ji dest bide, dê berpirsiyar hikûmet be û em ê li ber edaletê hesabê her sûcî bipirsin." 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" li Edeneyê li Parka Otêla Şîrînê hevdîtin bi Platforma Jinan a Edeneyê re kir. HHevseroka Giştî ya HDP'Ê Pervîn Bûldan, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka Meclîsa JInan Ayşe Bşara Acaran, Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce û rêvebirên jin ên partiyê li gel Bûldanê bûn. 
 
Li hêwanê pankartên li ser "Ji xizaniya jinê re na" û "Bijî piştevaniya jinê" nivîsandî hatin daliqandin û jinan maskeyên li ser "Peymana Stenbolê ya me ye" nivîsandî bi kar anîn. 
 
Ewilî Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran, derbarê kmapanyayê de hin agahî ragihandin û bibîr xist ku heya niha çend çalakî li dar xistine û vê hevdîtinê jî ji bo pirsgirêka xizaniya jinê çareser bikin li dar dixin. 
 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan, bal kişand ser rewşa jinên girtî û têkoşîna wan. 
 
Bûldan, diyar kir ku ji sedî 80'yê gel di biniya sînorê birçîbûnê û xizaniyê de dijî û jin ji be rkedxwarî û xizaniyê tên eciqandin. Bûldan got: "Em tenê li rewşa Çûkûrovayê binêrin. Jin li vê axa bibereket bi keda xwe tune tên hesibandin. Çerxa fabrîkayan bi keda jinê digere. Li malê, li nav erdan, li fabrîkayan, li atolyeyan ked ajinê heye. Lê mixabin beramberiyyeke vê keda mezin tune ye. Jin di şert û mercên newekhev, di şert û mercên xizaniyê de, bi heqdesteke newekhev û bêsîgorte dixebitin. Jin hildiberînin, lê mêrê îqtidar û tekparêz qezenc dike û xerc dike. Ne payek jinan di dahata neteeyî de heye ne jî ji bo wan budçeyek tê veqetandin. Hemû çavkanî berpêşî çend kesên rantxur hatine kirin. Lê mêze bikin kaseya welêt Bankeya Navendî 128 milyar dolar daqurtand. Xweza û aboriya vî welatî berpêşî çeteyan kirin." 
 
'EM Ê EHSAB BIPIRSIN'
 
Bûldan, bal kişand ser Peymana Stenbolê jî û got: "Li dijî jinan pozîsyona êrîşkirinê girtine. Lê binerin Peymana Stenbolê, peymaneke navneteweyî ya di wesfê qanûna bingehîn de bi îmzeya yek zilamekî hat fesixkirin û derbarê jinên ku li ber vê biryarê rabûn de doz hatin vekirin. Peymana Stenbolê çî ye? Her jin ê baş dizane, lê divê em careke din bibîr bixin. Peymana Stenbolê, li dijî kuştinê, tahdeyê û kedwxariyê jinê diparêze." 
 
Bûldan, diyar kir ku di dema AKP'ê de kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û îqtidar ji bo dîmena heyî neyê xerakirin li her qadê mafên jinan binpê dike. Bûldan got: "Lê me tim got, em ê niha jî bibêjin. Tu destkeftiyeke jinan ne lutfeke mêran e. Peymana Stenbolê jî wiha ye! Peymana Stenbolê destkeftiya têkoşîna me û ya jinên cîhanê ye. Me ev destkeftî ji însafa zilamekî û şûrekaya wî re nehişt û em ê nehêlin! Heya ku hemû xalên Peymana Stenbolê bi awayekî çalak pêk neyên em ê bitêkoşin û teqez em ê wê biparêzin, biparêzin. Heya peyman pêk neyê, kîjan jin jiyana xwe ji dest bide, dê berpirsiyar hikûmet be û em ê li ber edaletê hesabê her sûcî bipirsin."
 
Bûldan, destnîşan kir ku têkoşîna îqtidarê ya li hemberî jinan niha bi doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin didome û ji bo ev pergal biguhere, hêza guherînê ya herî mezin HDP ye. 
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe de got: "Niha dem dema ku jin li dijî pergala tekparêz, pergala baviksalarî û mafyayî, bi yek bin û bi hev re tev bigerin. Dê jin vê pergala qirêj biguherînin û pergaleke demokratîk û wekhevî pêk bînin." 
 
Heyet sibê dê biçe Hatayê.