Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir

  • jin
  • 09:07 16 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Şemsê Acar a 97 salî, di 15 saliya xwe de bi darê zorê bi zilamekî 50 salî re hatiye zewicandin. Acar ku di 16 saliya xwe de bûye dayik, dibêje 97 sal umrê min e, lê min tu tişt ji jiyanê fêm nekir. 

Dayika Şemsê Acar, di sala 1924'an de li gundê Kaplan ê navçea Pirsûsê hatiye dinê. Tam 87 salan bê nasname bûye û 10 sal berê nasnameya derxistiye. Şemsê Acar a 97 salî ku di 15 saliya xwe de bi zilamekî 50 salî re hatiye zewicandin, di 16 saliya xwe de bûye dayik û paşê bi giştî 8 zarokên wê çêbûne. Ji ber ku nasnameya tune bûye, hemû zarokên wê li ber navê hewiya wê hatine qeydkirin. Her wiha dayika Şemsê nizane çend neviyê wê hene, lê dibêje di ser 120 re ne.
 
 
‘MIN NIZANIBÛ ZEWAC ÇI YE' 
 
Dayika Şemsê anî ziman ku nizane tam çend salî ye jî û dibêje: "Dibe ku 100 be jî. Ez 15 salî bûm ez dam mêrekî 50 salî. Birayê min tune bûn, bavê min xwediyê 4 gunda bû. Em 4 qîzik bûn. Qelend hebû, ki pere bidana, didan wan. Ez nizanim çi qas pere dan ji bo min. Pismam min dixwast bi min re bizewice, lê ez nedamê. Bavê zarokên min bi nav û deng bû. Me fedî dikir ku em bêjin em naxwazin. Min nizanibû zewac çi ye. Hatin ez ji malê birim. Her roj li min dixist û min newêrî deng bikira." 
 
‘TEMENÊ MIN 16 BÛ, QÎZEK MIN ÇÊBÛ' 
 
Dayika Şemsê, bilêv kir ku gava zarokên wê biçûk bûne hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û got: "4 qîzik û 4 kurê min çêbûn. Di sala 1971'ê de, bavê zarokên min, di 92 saliya xwe de, hê zarokê min piçûk bûn, mir, çû ser dilovaniya xwe. 50 sal in min pir zehmetî kişand û min hemû zewicandin. Zaroka min a pêşî hê ez zarok bûm, min ew anî dinê. Temenê min 16 bû, qîzek min çêbû. Niha zarokê min jî mîna min extiyar bûne."
 
‘BERÊ JIYAN ZEHMET BÛ’
 
Dayika Şemsê bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyanê û got: "Berê jiyan zehmet bû. Em diçûn ber sewêl. 150 mihê me hebûn. Me karê çandiniyê dikir, şîr didot û dikir penêr. Meşka me hebû, me dew çêdikir. Rojê xweş bûn. Zarok piçûk bûn hemû, xwedîkirina wan zehmet bû. Heya 6 sal berê ez diçûm karê dinyayê. Niha mîna berê tu kes naxebite. Di zaroktiya me de lîstik tune bûn, her tim em dixebitîn lê xweş bû. Zarokê niha bi lîstika mezin dibin. Hevalê min ku em bi hev re mezin bûyîn du heb tenê mane. Ji bilî wan hemû çûn rehmetê."
 
'ÊDÎ JIN JÎ DIKARIN DENGÊ XWE DERBIXIN'
 
Dayika Şemsê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "97 sal in li dinê me, lê min tiştek ji jiyanê fêhm nekir. Min bi zor û zehmetî zahmete zarok mezin kirin. Kul û êş, tu carî kêm nebûn. Me lêdan dixwar lê me nikaribû dengê xwe derxe. Niha jin ne mîna berê ne. Êdî jin jî dikarin dengê xwe derbixin."
 
MA / Emrûllah Acar