Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî

  • jin
  • 13:45 16 Hezîran 2021
  • |
img

HATAY - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya jinan a pêrê, di çarçoveya kampanya “Ji Xizantiya Jinan re Na” de, li Îskenderûnê bi jinan re hatin gelhev. Bûldan di hevdîtinê de axivî û got: “Em ê jiyana azad bi têkoşîna gelan ava bikin. Li vî welatî, emê tecrîd bişkînin û kuştinan rawestînin.”

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Çukurovayê, hevdîtinên xwe yên di çarçoveya kampanya “Ji Xizantiya Jinan re Na” de, roja 3’yemîn dewam kir. Meclîsa Jinan, li Weqfa Çanda Anadolû ya Haci Bektaş-ı Welî ya navçeya Îskenderûn a Hatayê bi jinan re hatin gelhev. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Alîkara Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Meneşşe Kizildere, Hevseroka Giştî ya SYKP Canan Yuce di şandeya meclîsê de ciha xwe girtin.
 
Pankartên “Ji xizantiya jinan re na” û “Ji bo jinan edalet” bi salonê ve hatin dailqandin. Jinan, şandeya HDP’ê bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan pêşwazî kirin. 
 
'DIXWAZIN JINA KOLE AVA BIKIN’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, axaftina vekirinê ya civînê kir û derbarê kampanya xwe de, jin agahdar kirin. Başaran, bal kişand ser zext û girtinan û wiha axivî: “Îro jî bi hezaran hevalên me girtî ne. Bêedaletiya herî mezin îro li dijî jinan pêk tê. Dîsa li ser bedena jinê şerek mezin heye. Ji Peymana Stenbolê bi îmzeya yek kesî paşve hat kişandin. Hewl didin qanûnên pêşiya zewicandina zarokan vedikin, bînin. Di meha Sibatê de, me ji bo jinan dest bi kampanyeya xwe ya edaletê kir. Bêedaletî li her derê heye. Mafên me xesp dikin. Dixwazin me bixin nava çar dîwaran de û jina kole ava bikin. Dîsa krîza aboriyê heye. Em jin herî zêde ji vê yekê bandor dibin. Me jinên kedkar û karker soz daye ku emê li ber xwe bidin û bi hev re qezenc bikin. Em bawermend in. Alternatîfa me heye. Emê bi têkoşîna jinan bi hev re qezenc bikin.” 
 
‘EM TÊDIKOŞIN’
 
Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce jî, diyar kir ku ewê ji bo Peymana Stenbolê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
'WÊ WINDA BIKIN’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dûre axivî û wiha got: “Li vî welatî edalet nemaye. Em êşa vê yekê ji kûr de dijîn. Ji vê em bedelên mezin didin. Me her tim şahidiya zilamtiya li vî welatî tê kirin, kiriye. Ji avabûna komarê ve li vî welatî, bûyerên kiryar nediyar, zilma li dijî Kurdan, bêhiqûqî û bêedaletî tên jiyîn. Li dijî beşên ne AKP’î ne, bêmafiyek mezin heye. Ev 19 salin Kurd, Ereb, Elewî û jin îtîrazî AKP’ê dikin. Kes ji rêveberiya AKP’ê neraziye. Hîna jî hewl didin vî welatî bi derewan bi rêve bibn. Lê em ê her tim li dijî van bêmafiyan wan derkevin. Ev erka me ye û deynê stûyê me ye. Teqez wê winda bikin.”
 
‘EMÊ BI HEV RE QEZENC BIKIN’
 
Bûldan a derbarê kampanyayê de axivî wiha bilêv kir: “Di çarçoveya kampanyeya xizantiya jinê de me li Hatayê ne. Em hewl didin bibin dengê jinan. Îro em bi hevalên xwe yên Elewî re hatine gelhev. Em baş dizanîn ku pirsgirêkên mezin ên Elewiyan hene. HDP tê wateya avakirina jiyanek bi hev re. Em naxwazin bi welatên xwe yên cîran re jî şer bikin. Li ciheke weke sînorê Sûriye ev peyam dayîn girînge. Em ê jiyana azad bi têkoşîna gelan re ava bikin. Ligel AKP’ê jî, em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê li vî welatî tecrîdê bişkînin, mirinan rawestînin û aştiyê pêk bînin.Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî.”
 
Piştî axaftina Bûldan, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir. Şande, piştî civînê wê li Samandagê bi jinan re bên gelhev.