Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin

  • jin
  • 20:19 16 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE – Jinan xwest ji bo mîtînga Peymana Stenbolê ku dê di 19'ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin, daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kir û gelek jin hatin binçavkirin. 
 
Koma Kampanyayê ya Enqereyê ya Peymana Stenbolê, xwest ji bo mîtînga Peymana Stenbolê ku dê di 19'ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin, daxuyaniyeke çapemeniyê bide. Polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kir. Jin li Kolana Ziya Gokalp kom bûne û xwestin ber bi Qada Sakaryayê ve bimeşin, lê belê polîsan bi hinceta pandemiyê mudaxileyî jinan kir û gaza îsotê avêt ser wan. Polîsan jinan bi erdê ve kişand û ew binçav kirin. 
 
Polîsan piştî binçavkirinê çar hawirdorê Qada Sakaryayê dorpêç kirin. 
 
Piştî daxuyaniyê gelek jin hatin binçavkirin.