Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna

  • jin
  • 09:05 17 Hezîran 2021
  • |
img

AGIRÎ- Zennûre Yuce behsa keça xwe Sema Yuceyê kir û got: "Niha jî dibêjim xwezî 3 zarokên min ê din jî wekî Semayê hebûna û ji bo azadiya gelan bixebitiyana." 

Sema Yuce, di 21'ê Adara 1998'an de li girtîgehê li dijî zext û zoriyên li ser gelê kurd, agir berda bedena xwe. Di ser mirina Sema Yuce re 23 sal derbas bûn, lê hê jî berxwedana wê û çalakiya wê di bîra gel de ye. 
 
Sema Yuce, di sala 1971'ê de li gundê Qerxeliya Jêrê yê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Tûtaxê û lîseyê jî li Agiriyê kuta kiriye. Paşê ji bo beşa Civaknasiyê çûye Zanîngeha Ortadogû Tekînîkê (ODTU). Di sala 1991'ê de li Mêrdînê tevli nav refê PKK'ê bûye. Di havîna 1992'yan de tevî komeke hevalê xwe dixwaze derbarê Agiriyê bibe, lê ji ber îxbarekê li navenda bajêr tê binçavkirin û piştî lêpirsîneke dûr û dirêj tê girtin û wê dişînin girtîgehê. Paşê 22 sal cez alê tê birîn. Yuce, ewilî sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin. Di 21'ê Adara 1998'an de şeva Newrozê li girtîgehê agir berdide bedena xwe. Piştî çalakiyê 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê ya Stenbolê dimîne û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dide.
 
 
JIYANA YUCEYÊ 
 
Dayik Zennûre Yuce got: "Sema, zarokek cuda bû. Bi her kesî re têkiliyeke wê ya baş hebû. Wexta Semayê diçû dibistanê, wê çaxê malbatan keçên xwe nedişandin dibistanê. Bavê wê mirovekî pir baş bû û tu carê dilê wê nedihişt. Piştî 2 salên wê li Enqereyê qediyan, gazî min kir ku biçim cem wê. Me xanî girt û ez li cem wê mam."  
 
Yuce, behsa pêvajoya ku keça wê tevli PKK'ê bûye jî kir û got: "Roja Newrozê bû. Tax ji polîsan xalî nedibû. Sema çû odeyê û ji min re got, 'heger polîs li min bipirsin, bêje ne li vir e.' Wê çaxê min şik birinê. Hevaleke wê wêneyê Berîtanê rê min da û pirsî, 'Dayê dibe kU Sema jî rojekê wisa be?' Min got, 'Berîtan li ku Sema li ku.' Sema çû, em 3 rojan lê geriyan. Herî dawî telefonek hat, em pê hesiyan tevli PKK'ê bûye." 
 
‘SERBILIND IM' 
 
Yuce, diyar kir ku esker ji bo keça wê vegere doza alîkariyê lê kirine, lê wê gotiye "ez îxanetê li keça xwe nakim" û daxwaza wan red kiriye. Dayik Yuce, anî ziman ku ji televîzyonê bi çalakiya keça xwe hesiyaye û gava çûne nexweşxaneyê keça wê ewilî jê re gotiye: "Dayê Serok (Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çalakiya min çi got?" Dayik Yuce got: "Rojekê jî got, 'Axirê tu dayika min î, hêzê ji te digirim.' Ez bi çalakiya wê tim serbilind im. Me di nav vê têkoşînê de bErîtan, Zîlan û Rewşenan nas kir. Me hêz ji wan girt. Niha jî dibêjim, 'wezî 3 zarokên min ê din jî wekî Semayê hebûna û ji bo azadiya gelan bixebitiyana.' Bi salan e ji bo layiqî keça xwe bim, çi ket ser milê min, min kir." 
 
HELBEST JI BO OCALAN 
 
Dayik Yuce, bal kişand ser qîmeta ku keça wê daye Ocalan jî û got: "Mirineke bi şeref, ji mirineke bêşeref pir çêtir e. Bangawaziya min ji bo tevahiya girtîgehan û gel e; Ocalan, bi tena serê xwe kurd nîşanî cîhanê dan. Lê elê niha tê tecrîdkirin. Divê kes bêdeng nemîne." 
 
Dayik Yuce, di dawiya axaftina xwe de helbesta Sema Yuceyê ya ji bo Ocalan nivîsandiye got: 
 
“Min go Xelfetî text û pay e
 
Kurdekî hêja tê de ye
 
Navê wî Evdilla ye
 
Ev serokê kurda ye
 
Şêx Seîd dersa wî da ye
 
Seyîd Riza mor lê da ye) 
 
Ew tarîxa Kurda ye.”
 
 
MA / Dîndar Karataş