TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin

  • jin
  • 17:07 17 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî êrişa ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê daxuyanî dan û wiha got: “Wê jin hesabê vê komkujiyê bipirsin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî êrişa ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê daxuyaniyên nivîskî weşandin: 
 
TJA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Kesên ku ev komkujî pêk anîn, hişmendiya ku di salên 90’î de Binevş Agalan, di 2013’an de li Parîsê Sakîneyan, di 2016’an de li Silopiyayê Sêvêyan û li Cizîrê Asyeyan qetil kirin û îro li Îzmîrê Denîz qetilkirin eynî ye. Tenê navê têtîkkêşan hatiye guhertin. Wê ev hişmendî li hemberî xwe me her tim serbilind bibîne. Em weke jin ji kolanan dernakevin, em ê li kolanan li ber xwe bidin û bi mezinkirina têkoşîna xwe xwe biparêzin. Heta ku em hesaba Sakîne, Sêvê, Asya û Denîzan ên di têkoşîna azadiya jinê de nemir bûn nepirsin em ê li her derê bin.”
 
‘WÊ JIN HESABÊ BIPIRSIN’
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê jî, li ser hesabê xwe yên medya sanal ev parvekirin kir: “Wê desthilat û alîgirên wan ên di êrişa çekdarî ya li rêxistina me ya Îzmîrê de bûn sedema qetilkirina hevala me Denîz Poyraz hesabê bidin. Dê jin hesabê vê komkujiyê bipirsin.”