Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye

  • jin
  • 11:12 18 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Hat îdiakirin ku piştî pevçûna çekdar a li restoraneke li navçeya Rêzanê pêk hat, jina bi navê F.Î. bi guleya polîsan birîndar bû. 
 
Duh şev li restoraneke ku li ser Cadeya Gursel a navçeya Rezana Amedê êrişeke çekdarî pêk hat. Gelek gule li deriyê restoranê, dîwar û tabelayê ketin. Di êrişê de kes birîndar nebû û gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Vê carê jî di navbera koma ku êriş pêk anî û polîsan de pevçûn derket û belavî nava kolanan bû. Li gorî îdiayan di encama gule berdana polîsan de jina bi navê F.Î. ya 50 salî ku li şaneşînê bû, ji destê xwe birîndar bû. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê F.Î. ya birîndar rakirin nexweşxaneyê.