Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin

  • jin
  • 09:01 19 Hezîran 2021
  • |
img
QERS - Fevzî Aladag, bavê Yonca Aladag a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye, îdia kir ku hevjînê wê ew kuştiye. 
 
Li gundê Akoren ê navçeya Qaqizman a Qersê, di 4'ê Çielyê de hatibû îdia kirin ku Yonca Aladag a 19 salî ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye. Hevjînê wê Yûsûf A. û malbata wî ev tişt îdia kiribûn. Lê belê malbata Yonca Aladagê jî dibêje, "ne qeza ye, cinayet e" û dixwaze ev bûyer bê zelalkirin. 
 
Fevzî Aladag, bavê Yonca Aladagê, diyar kir ku heger lêprisînek baş bê kirin dê ev cinayet zelal bibe. 
 
ŞANTAJ KIR 
 
Bav Aladag, diyar kir ku Yûsûf A. keça wê şantaj kiriye û zewac lê ferz kiriye û got: "Wê çaxê ez li Qibrisê dixebitîm. Mezinên malbata me û malbata din li hev kirin û xwestin bi hev re bizewicin. Keça min 7 mehan bi mara olî ma. Piştî 7 mehan, di 4'ê Çileya 2021'ê de, gotin ji ber qezayekê miriye." 
 
GAZÎ AMBULANSÊ NAKIN 
 
Aladag, destnîşan kir ku bûyer saet di 08.00'an de çêbûye, lê saet di 11.00'an de jê re gotine û got: "Îdia dikin ku keça min di bin qapaxa bazayê de maye û bi vî awayî miriye. Di cî de miriye. Bi wesayîta xwe wê dibin enxweşxaneyê. Gava wisa bûye, nehiştine ambulans were û wê bibe. Hevjîna min tim bi keça min re diaxivî. Yûsûf A. her roj ber destê nîvro şiyar dibe, roja bûyerê saet di 05.00'an de şiyar bûye. Kesê ku her roj ber destê nvîro şiyar dibe, çi bû wê rojê saet di 05.00'an de şiyar bûye?" 
 
‘KEÇA MIN KUŞTIN' 
 
Aladag, anî ziman ku mele saet li dor 11'ê nîvro xebera mirina keça wî gihandiye wî û got: "Keça min serê sibehê miriye, lê nîvro xeberê didin dozger. Li gor ew dibêjin, bûyer serê sibê saet di 08.00'an de çêbûye. ÇIma dozger saet di 11.00'an de dibîhîse? Pêşî me jî got qey qeza çêbûye. Lê piştî me îfade û hereketên hêla din dîtin, em wisa fikirîn ku ev cinayet e." 
 
GOTIN FETISIYE 
 
Aldag, got: "Merivekî me telefonî hevjîna min kir. Got, 'ji me re gotin keçik fetisye. Me jî got, qey pitika malê fetisiye. Lê gava em çûn malê me dît ku a miriye Yonca ye.'" 
 
KINCÊ WÊ GUHERANDINE 
 
Aladag, diyar kir ku hin kincên keça wî dane wî û got: "Koma vekolandinê ya cihê bûyer, piştî lêkolînê kincên keça min ji me re şandin. Xwîn li ser kincên wê tune bû. Ma kesekî ku bimire, dê kincên wê ev qasî paqij bin? Me ev yek ji cendirme û polîsan pirsî. Ji min re gotin, 'malbatê kincên wê guherandine.' Min sedema wê pirsî, gotin 'bêceme lê bûye, lewma guherandine.' Bêcemê wê jê kirine, çûne goreya bi derpê lê kirine. Ma meriv çawa goreya bi derpî li keseke mirî dike? Em heyr mane." 
 
CINAYET
 
Aladag, anî ziman ku Yûsûf A. keça wî kuştiye û malbata wî jî aliyê wî kiriye. Aladag, bilêv kir ku dê dev ji vê dozê bernede û got: "Me gilî kir. Lêpirsîn didome. Îfadeya malbata wî hat girtin. Îfadeyên wan li hev dernayên. Qethiyen ev cinayet e. Em dixwazin bûyer bê zelalkirin. Di warê hiqûqî de em ê dev ji vê bernedin." 
 
MA / Ozlem Yayan