Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir

  • jin
  • 11:22 19 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Komîsyona li meclîsê sedemên tundiya li dijî jinan lêkolîn dike, ligel agahiya kuştina Denîz Poyraz jî, xebata xwe dewam kir.
 
Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ya bi Armanca Tespîtkirina Bergiriyên Pêwîst ên ji bo Sedemên Tundiya Li Dijî Jinan hat damezrandin, di 17’ê Hezîranê de civakîna xwe li dar xist. Komîsyonê ligel ku agahiya qetilkirina Denîz Poyraz girt jî, civîna xwe dewam kir.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a di civînê de axivî, dest nîşan kir ku li dijî Rêxistina wan a Îzmîrê êriş pêk hatiye û Denîz Poyraz hatiye qetilkirin. 
 
BI GOTINAN TUNDIYÊ PÊŞ DIXIN
 
Guzel, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jinek ciwan, ji aliyê êrişkarekê ve hat qetilkilrin. Em vê êrişê şermezar dikin. Berpirsiyarên vê êrişê, kesên ku partiya me û mûxalefetê hedef didin nîşandanin. Ji ber vê êrişê ne pêkane ku li vê derê rawestin. Ez ê herim Îzmîrê.” 
 
Guzel piştî vê axaftina xwe civîn terk kir. Civîn jî bi pêşkêşiyên nûnerên Enqerê yên çapemeniya nêzî desthilatdariyê dewam kir.