Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin

  • jin
  • 13:48 19 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Jinên ji deverên cuda yên Tirkiyê li Stenbolê civiyan û ji bo bertek nîşanî fesixkirina Peymana Stenbolê bidin li navçeya Maltepeyê mitîng li dar dixin. 

 
Îqtidara AKP’ê ji Peymana Stenbolê vekişiya û biryara fesixkirina wê da. Wê Peyman di 1’ê Tîrmehê de ji rêvebirinê were rakirin. Li ser banga Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ji aliyên Tirkiyê li Stenbolê civiyan û li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li navçeya Maltepeyê civiyan. 
 
Dirûşma “Mitînga Mezin a Jinan” wiha ye: “Em ê Dest Ji Peymana Stenbolê Bernedin.” 
 
Qada mitîngê ya li Maltepeyê ji aliyê bariyerên polîsan ve hat dorpêçkirin û jin du nokteyên lêgerînê de diherikin qadê. Balkêş e ku coşa jinan di asta herî jor de ye û dengê berzkirina dirûşman ji qadê olan dide. 
 
WÊNEYÊN DENÎZ POYRAZ HILDAN 
 
Jinan wêneyên endama HDP’ê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin hildan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berteka xwe didin nîşandan.