Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn

  • jin
  • 14:47 19 Hezîran 2021
  • |
img
 
MÊRDÎN - Jinên mêrdînî, berê xwe dan gundê Xirbêmirîşkê yê Denîz Poyraz lê hatibû dinê û bi bîr anîn. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) qetilkirina Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistinê HDP’ ya Îzmîrê de, şermezar kirin.
 
Jinên mêrdînî, li gundê Xirbêmirîşkê ya malbata Poyraz a girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê kom bûn û meş lidarxistin. Jinên ku ji ketina gund heya xaniyê malbata Poyraz ku neçar ma bû, di 1990’an terk bike meşiyan, dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin. Di meşê de wêneyên Poyroaz hatin hilgirtin.  
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altug, piştî meşê axivî, êriş şermezar kir û dayika Denîz Fehîme Poyraz silav kir.
 
Dûre li ser navê Melcîsa Dayikên Aştiyê ya Qoserê Hevlet Once, axivî û ev bang kir: “Ji bo ku hîn zêdetir rondikên çavên dayikan nebarin, divê hemû kes bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
DUNDAR: EM QATILAN NAS DIKIN
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî, bal kişand ser awayê komkujiyê û wiha axivî: “Ev komkujî tenê ji aliyê kesekê ve nehatiye kirin. Bila kes ji bo êrişkar, ji me re nebêje ‘dîn bû, serxweş bû.’ Em kujer û teşwîqkaran baş nas dikin. Em van kujer ji Amed, Pirsûsê û Enqerê nas dikin. Bersûcên vê bûyerê  jî mîna yên Amed, Pirsûs û Enqerê diyarin. Yên ku li Rojava komkujî kirin jî diyarin. Çi dibe bila bibe emê bîranîna Denîz her tim bidin jiyîn.” 
Piştî axaftinê çalakiya jinan bi dawî bû.