Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin

  • jin
  • 16:47 19 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Bi hezaran li ser banga EŞÎK'ê li Maltepeyê kom bûn û "Mîtînga Jinê ya Mêzin" pêk anîn.
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), berî 1'ê Tîrmehê ku wê bi temamî Peymana Stenbolê ji meriyetê bê rakirin, li Qada Çalakî ya Maltepê bi tevlîbûna bi hezaran jin, bi coşek mezin dest bi "Mîtînga Jinan a Mezin" kir. Jinên ku li gelek cihên Stenbolê kom bûn kortej ava kirin û derbasî qadê bûn. Jinên ku qada mîtîngê tije kirin, peyama "Werin em li dijî tundiyê rêxistinek xweparastinê ava bikin" dan. Mîtîng bi stranên hunermendan dest pê kir û bi axaftinan didome.
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) dowizên wêneyê Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê de hat qetilkirin li ser û bi nivîsên " Deniz Poyraz nemir e","Mêr lê dide dewlet diparêze","Em yek bimirin em ê bi hezaran welidin" hilgirtin.
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, CHP, Partiya DEVA, HDK, xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê, Meclîsa Jinên Pêşketî, Meclîsên Jinan, Tora Parastina Jinê, Piştevaniya Morê, Kesên bi Kod- 29'ê ji kar hatin avetin, karkerên Sinboyê, Platforma Jinê ya Şahmeranê ya Mêrdînê, Platforma Jinê ya Datçayê û gelek platformên jinan beşdarî mîtingê bûn.
 
Deniz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP'ê de hat qetilkirin bi dirûşma "Şehîd namirin" hat bîranîn. 
 
Piştî jin li qadê kom bûn hunermenda kurd Rewşan Çeliker derket ser dikê. Piştre stranbêj Deniz Tekin derket ser dike û mîtîng bi çoş didome.