'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'

  • jin
  • 18:42 19 Hezîran 2021
  • |
img
HATAY - Platforma Jinan a Îskenderûnê, di çalakiya ji bo Peymana Stenbolê de got: "Em dev jê bernadin." 
 
Platforma Jinan a Îskenderûnê, ji bo xwedî li Peymana Stenbolê derkeve li Bazara Bîtê ya Berê li hev kom bû. Jinan pankarta li ser "Em nobedê digirin! Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" û "Denîz Poyraz rûmeta me ye. Em ê serî netewînin" nivîsandî hilgirtin û kuştina Denîz Poyrazê şermezar kirin. Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Feyrûz Gor, "Mîtînga Jinan a Mezin" a li Stenbolê silav kir. 
 
Gor, destnîşan kir ku ji roja ku Peymana Stenbolê hatiye fesixkirin heya niha herî kêm 50 jin hatine kuştin. Gor, bal kişand ser 1'ê Tîrmehê ku dê peyman ji meriyetê bê derxistin û got: "Em ê jiyanê rawestînin. Hûn ê biçin, em ê bimînin! Bijî têkoşîna jinan a rêxistinbûyî." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî piştevaniya jinê", "Peyman a me ye, em dev jê bernadin" û "Jin bi hev re bihêz in" bi dawî kirin.