Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin

  • jin
  • 09:03 20 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Di ser biryara fesixkirina Peymana Stenbolê re 3 meh derbas bûn. Jin, destnîşan dikin ku çi dibe bila bibe dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. 

 
Di ser biryara fesixkirina Peymana Stenbolê re 3 meh derbas bûn. Jin, tim destnîşan dikin ku dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Me tiştên di vî 3 mehî de, piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, qewimîne berhev kirin. 
 
CINAYETÊN JINAN 
 
Ji roja ku biryara fesixkirinê hat ragihandin heya niha jin tên kuştin. Ji 20'ê Gulanê heya niha bi qasî ku di çapemeniyê de hatiye ragihandin 21 jin hatine kuştin. 10 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
MIRINA BIGUMAN 
 
Bi taybetî jî li bajarên herêmê mirina jinan, a biguman, balê dikişîne. 
 
Li Şirnexê di sala 2020'î û di 5 mehên ewil ên sala 2021'ê da Kevser Eroglû, R.O. ya 17 salî, Betul Ûçar a 14 salî, Gurbet Uren û Leyla D. bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Mirina wan wekî "xwekuştinê" hat nîşandan û dosyeyên lêpirsînê hatin girtin. 
 
CINAYETÊN JINAN ÊN HATINE ZELALKIRIN 
 
Li Îdirê Nesrîşah Yorgûn 5 salan winda bû. Paşê derket holê ku hevjînê wê yê berê ew kuştiye û paşê wê xistiye sindoqa pola û ser wê fayans kiriye. 
 
Li navçeya Gurun a Sêwazê Fatma Oz jî 40 rojî winda bû. Paşê derket holê ku hevalê wê Bahrî M. ew bi çekê kuştiye û wê bianx kiriye. 
 
Li Kirşehîrê jî di dema liv û tevgerên ji bo zelalkirina kuştina Seher Alderê de derket holê ku Mehlînaz Ayatay (65) û Sûltan Boran (63) a di sala 2005'an de jiyana xwe ji dest dabû, jî hatine kuştin û ji ber vê 5 kes hatin girtin. 
 
BIRYARÊN DARAZÊ 
 
Di danişîna 4'an a doza derbarê mirina Dûygû Delenê da, Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Dîlokê cezayê hepsa malê da bersûc Mehmet Kaplan. 
 
Halîme Akça ji aliyê xizmên xwe ve hatibû kuştin. Ji ber vê 5 kes dihatin darizandin. Ji van kesan 4 jê beraet kirin. Her wiha hat diyarkirin ku kese sereke yê dosyeyê Abdulşukur Akça jî tevli DAIŞ'ê bûye. 
 
Li navçeya Eryaman a Enqereyê di sala 2006'an de jinên trans bi êrîşa çeteyekê re rû bi rû mabûn. Doza Eryaman-Esatê di 1'ê Hezîranê de cardin dest pê kir. Ji bo temamkirina kêmasiyan doz taloqî 24'ê Îlonê hat kirin. 
 
Li navçeya Salihlî ya Mînasayê 3 kesan tiryak dabû jineke berastenga zihnî û wêneyên wê yên tazî li ser medyaya civakî weşandibûn. Her sê kes bi awayekî negirtî hatin darizandin. 
 
ÎPEK ER
 
Li Sêrtê çawîşê psipor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Erê kiribû û piştî vê Îpek Erê xwe kuştibû. Danişîna 3'yan a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê hat lidarxistin. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwest ku Orhan bê girtin, lê belê dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 16'ê Îlonê kir. 
 
Her wiha derbarê lîstikvan Ezgî Mola de jî bi hinceta ku heqaret li çawîşê pispor Mûsa Orhan kiriye îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 3'yan a Enqereyê jî îdianame qebûl kir. 
 
ÊRÎŞ 
 
Di 20'ê Gulanê de li navçeya Pulur a Dersimê eskeran V.Y.'ya li rawestegha otobêsan sekinîbû, bi hinceta "bombe li ser wê heye" ew li erdê dirêj kirin û tahde lê kirin. 
 
Di 12'ê Tebaxa 2020'an de Platforma Jinan a Enqereyê li dijî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû û di çalakiyê de 33 jin hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Danişîna ewil a derbarê 33 jinan de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 28'an a Enqereyê hat lidarxistin. Beriya danişînê jinan xwest daxuyaniyekê bidin, lê polîsan mudaxileyî wna kir û 20 jin binçav kirin. Her wiha jinên xwestin ji bo mîtînga Peymana Stenbolê ku di 19'ê Hezîranê de li Stenbolê hat lidarxistin bang bikin, polîsan mudaxileyî wan kir û gelek jin binçav kirin. 
 
DENÎZ POYRAZ
 
Onûr Gencerê êrîkar êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û di hundirê avahiyê de xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuşt. 
 
TÊKOŞÎNA JINAN DIDOME 
 
Koma Kampanyaya Pêkanîna Peymana Stenbolê, dê heya 1'ê Tîrmehê çalakiyan li dar bixe. Çalakiya ewil di 1'ê Hezîranê de li ser medyaya sanal bi etîketa #failiserbest li dar xist.
 
Jin her tim ji bo mafên xwe daketin kuçeyan û ji bo biryara derbarê Peymana Stenbolê de heya 1'ê Tîrmehê seferberî îlan kirin û ji bo vê di 19'ê Hezîranê de li Stenbolê mîtînga "Peymana Stenbolê ya me ye" li dar xistin.