Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin

  • jin
  • 12:49 20 Hezîran 2021
  • |
img
MERSÎN – Komeleya Jinan a Mîmoza, di çarçoveya kampnaya xwe ya “Em tundiyê frên dikin” de 150 ajokarên texsiyan perwerde kir. Ajokaran, da zanîn ku perwerdeyê asta wan a zanîstê bilind kiriye. 
 
Komeleya Jinan a Mîmoza, li Mersînê perwerdekirina ajokarên texsiyan a di çarçoveya kampnaya xwe ya “Em tundiyê frên dikin” de didomîne. Heta niha komeleyê li 12 rawestgehên texsiyan 150 ajokaran perwerde kirine. Armanca komeleyê ew e ku 500 ajokarên texsiyan ên li bajar perwerde bikin. Jinên endamên komeleyê bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî pirtûkokên agahdarkirinê li rawestgehên texsiyan belav dikin û li ser camên texsiyan nivîsa “Em tundiyê frên dikin” dinivisînin. 
 
Endama komeleyê Parêzer Fîgen Alp, têkildarÎ xebata wan axivî û diyar kir ji ber ku dema tundî li jinê bê kirin destpêkê wesayîta ku wê lê siwar bibin texsiyan be texsiyan tercîh kirine û wiha got: “Projeya me ji Edîrneyê heta Wanê berfireh bûye. Em bi perwerdeya xwe arman dikin ku ajokarên texisyan bi awayekî zanistî nêzî kesên ku tundî li wan hatiye kirin bibin. Em wan agahdar dikin k udi rewşeke wiha de dê çawa serî li rêyên hiqûqî bidin û rê nîşanî jinên ku tundî li wan hatiye kirin bidin.
 
Ajokarên bi navê Huseyîn Ozkûl (29) û Abdûllah Dûrû Tekîn (32) ku perwerdeya komeleyê girtine jî ji ber perwerdeya ku girtine kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku bi perwerdeyê derbarê tundiya li ser jinê de gelek tişt hîn kirine.