Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in

  • jin
  • 09:00 21 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Di ser betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê re 3 meh derbas bûn. Jin di van 3 mehan de li gelek kolan û qadan kom bûn û çalakî li dar xistin. Jinan di çalakiyan de peyama "Em dest ji vê peymane bernadin." dan û israra parastina peymanê anîn ziman. 

Hikûmeta AKP'ê 3 meh berê şev nîvê şevê îmzeya Peymana Stenbolê betal kir. Hikûmetê bi Biryarnameya Serokomariyê Peymana Stenbolê betal kir. Ji roja ku hikûmetê îmzeya peymanê betal kir heta niha jin li gelek kolan û qadan dengê xwe bilind kirin û bertekên xwe anîn ziman. Lê heta niha ne hikûmetê gav avêtiye û ne jî rêxistinên jinan dest ji parastina peymanê berdane. Di 3 mehan de jin her roj li qadan kom bûn û nerazibûnên xwe anîn ziman. Di 3 mehan de geşedanên pêş ketin wiha ne: 
 
Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), li dijî betalkirina peymana Stenbolê bi dirûşmeya "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Ji bo me peyman di meriyetê de ye. Pêk bînin." vîdeoyek parve kirin. TÎHV'ê diyar kir ku li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 727 jin bi tundiya cudakariyê hatin qetilkirin. 
 
CÎNAYETÊN JINAN 
 
Piştî biryara betalkirina îmzeyê di encama tundiya mêran de kuştina jinan berdewam kir. Ji 20'ê  Gulanê heta niha li gorî dane û raporên saziyên jinan herî kêm 21 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. 10 jin jî bi guman hatin kuştin. 1 jin li ruxmê tedbîran hat kuştin. Jinek jî ji aliyê zilamê ku bi zagona înfazê ve hat berdan hat kuştin. 
 
KUJER RONÎ BÛN 
 
Li Îdirê  Nesrişah Yorgun a 5 sal berê winda bûbû, derket holê ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Li Navçeya Gurun a Sêwasê Fatma Oz a 40 roj berê hatibû windakirin, derket holê ku di 29'ê Gulanê de ji aliyê Bahrî M. ve hatiye kuştin. 2 jin di 11'ê hezîranê de li Kişehirê bi guman hatibûn kuştin. Derket holê ku Seher Alder, Mehlinaz Ayatay û Sultan Boran hatine kuştin. 
 
YÊN HATIN DARIZANDIN
 
Li Dilokê Duygu Delen li mala Mehmet Kaplan bi guman kuştî hat dîtin. Der barê kuştina Duygu Delen de doz hat vekirin. 4'emîn danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Kujer Mehmet Kaplan hat berdan û cezayê hepsa malê dan wî. Di doza Halîme Akça de 5 bersûc hatin darizandin u 4 jê hatin berdan. Bersûc Abdulşukur Akça ê dozya wî hat cudakirin piştre tev li DAIŞ'ê bû. 
 
Ayşe Tuba Arslan 23 caran der barê Yalçin Ozalpay de gilî kir. Heri dawî dozger der barê bersûc de xwest cezayê wî li gorî "Daxistina tahrîka neheq " bê daxistin. Li navçeya Salihlî ya Manîsayê 3 faîlan tiryak da jinek astengdar û êrîşî wê kirin. 3 faîl nehatin girtin. 
 
ÎPEK ER
 
Çawîşê Pispor piştî tecawizî Îpek Er kir û nehat cezakirin, Îpek Er ji neçarî întîhar kir. Musa Orhan piştî kuştina Îpek Er hat girtin. Di danişîna 3'emîn de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran, parêzerê Orhan, Mehmet Erkan Akkuş, li dadgehê bavê Er sucdar kir û got: “Erka bavekî keça xwe bide xwendin û parastin. Ne ewe ku keça xwe bazar bike û arasteyî întîharê bike" Parêzerê malbata Er xwest Orhan bê girtin. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran û malbata Er red kir. Doz taloqî 16'ê îlonê kir. 
 
Hunermendan bertek nîşanî Musa Orhan da. Hunermend Ezgi Mola bi rêya înternetê bertek anî ziman. Lê bi hinceta heqaret li Orhan kiriye doz lê vekirin. Parêzerê tecawizkar û kujer Orhan Mehmet Erkan Akkuş, der barê Mola de, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê doz vekir. Dozger der barê Mola de ji 2 mehan heta 4 mehan îdeaname amade kir. 31'emin Dadgeha Cezayên Asliye ya Enqere îdeaname qebûl kir. Dadgehê doz li Mola vekir. 
 
ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN
 
Li navçeya Pilûrê ya Dersimê di 20'ê Gulanê de eskeran bi îdeaya bombeya zindî ye V.Y. avêtin erdê û îşkence lê kirin. Piştî bûyer di medya sanalê de belav bû, walîtiyê esker parast û ji peyvirê dûr xist. 
Li Enqereyê Platforma Jinan a Enqereyê di 12'ê Tebaxa 2020'an de ji bo betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê paşve bê kişandin, daxuyanî dan. 33 jin hatin binçavkirin û hatin berdan. Pişt re der barê 33 jinan de doz hat vekirin. danişîna dozê li 28'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin. Jinan beriya danişînê daxuyanî dan. Polîsan êrîş kir û 20 jin binçav kirin. 
 
Di 19'ê Hezîranê de li Stenlolê jinan li dijî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan mudaxale kir û 6 jin binçav kirin. 
 
DENÎZ POYRAZ
 
Êrîşkarê kujer Onur Gencer, di 17'ê hezîranê de bi ser avahiya HDP'ê ya Îzmirê de girt û Deniz Poyraz li avahiyê qetil kir. Li dijî kuştina Denîz Poyraz gel daket kolanan û li gelek bajaran meşên girseyî li dar xistin. Dîsa li Enqere, Stenbol û Êlihê girseya ku daketin qadan û bertek nîşanî êrîşê dan bu mudaxaleya polîsan re rû bi rû man. Polîsan gelek kes binçav kirin. 
 
Piştî hevdîtina Serokê Çete û mayfa Sedat Peker  bi xwediyê “internethaber.com” Hadî Ozışik re hevdîtin kir, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di weşana zindî de bersîv da gotinên Peker. 
 
Di komîsyona Têkoşîna li dijî Tundiya Jinan a Meclîsê de Şêwirmendê Şerê Derûnî yê SADAT'ê Nevzat Tarhan dawet kirin. Endamê komîsyonê yên HDP’î bertek nîşanî Tarhin dan. 
 
Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêk Bîne di 1'ê Hezîranê de li ser medya sanalê etîketa #failiserbest pêk anî. Çalakî dê heta 1'ê Tîrmehê bidome. Jinan di 19'ê Hezîranê de li Stenbolê ji bo Peymana Stenbolê têkeve meriyetê mîtîng li dar xist.