Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû

  • jin
  • 09:04 22 Hezîran 2021
  • |
img

ANTALYA - Di dema pandemîyê de heqdesta jinên xebatkar ên bê sîgorte û demeke dirêj dixebitin, kêm bû. Heqdest berê 200 lîre bû, niha bûye 125 lîre. Şerîfe Kûrşûn, anî ziman ku ji ber ku doza sîgorteyê kiriye bêyî ku haya wê jê hebe, ji kar hatiye derxistin. 

Bi milyonan jinên bê sîgorte û bêstatu karên nav malan dikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Serokê Sendîkaya Karên Navmalan a Îmeceyê ya Şaxa Antalyayê Mînîre Înal, anî ziman ji sedî 80'yê jinan bê sîgorte dixebitin. 
 
‘JI SEDÎ 80 BÊ SÎGORTE DIXEBITIN' 
 
Mînîre Înal, anî ziman ku bi salan karên nav malan kiriye û di sala 2009'an de gava camên mala lê dixebitî paqij kiriye ji qata 3'yan ketiye xwarê. Înal, bilêv kir ku 2 sal berê teqawid bûye, lê belê niha li ser navê hevalên xwe têdikoşe. Înal, da zanîn ku li dor ji sedî 85'ê jinan bêsîgorte dixebitin û temenê van kesan 40-50 an jî di ser 50 re ye. Înal got: "Ev hevalên me, ji bo debara malbatên xwe bikin dixebitin. Gelek jê jî bi tena serê xwe dixebitin. Dahatek wan tune ye. Ên zewicandî jî piranî hevjînên wan di karên rojane de dixebitin, lewma vî karî dikin." 
 
Înal got: "Pandemî ji bo her kesî dijwar bû. Lê ji bo jinên karên nav malan dikin zehmetir bû. Gelek kes ji me nikaribûn biçin kar. Tew ên bisgorte dixebitîn jî bi hinceta dibe ku şewbê belav bikin ji kar hatin derxistin. Çendî ku rewş hinekî sivik bûbe jî, lê kar tune ye. Kesên ku berê hefteyê 5-6 rojan diçûn kar, niha ancax heftê rojekê an jî du rojan diçin kar. Di vê pêvajoyê de gelek jê ji kar hatin derxisti, lê mixabin ji ber ku di qanûna karî de wekî karker nayên hesibandin, ne tazmînat stendin ne jî sûdê ji tiştekî girtin. Bi tenê hatin hiştin. Bi rastî jî pir zehmetî kişandin." 
 
DOZA SÎGORTEYÊ KIR JI KAR HAT DERXISTIN 
 
Dayika 3 zarokan Şerîfe Kûrşûn (54) ku 14 salan karên nav malan kiriye, destnîşan kir ku ji ber ku doza sîgorteyê kiriye, xwediyê malê ew ji kar derxistiye. Kûrşûn got: "Pênase û demeke diyar a karê me tune ye. Serê sibehê herî dereng divê em dest bi kar bikin. Car heye em heya nîvê şevê dixebitin. Paceyên malê, derî, xwarin, zarok... min her tişt dikir. Heya kar biqediya, divê em li wir bûna. 14 salan li malekê xebitîm. Heqdesta rojane 50 lîre bû. Li mala ku vê dawiyê lê dixebitîm, min doza sîgorteyê kir. Piştî vê bêyî haya min jê çêbibe, ez ji kar derxistim. Gava em paqijiyê dikin, em bi gelek tiştên kîmyewî re rû bi rû dimînin. Gelek kesên vî karî dikin bi astimê dikevin an jî di çokên wan de menuskus heye. Gelek jin bi nexweşîna pîşeyî dikevin. Gava tiştek bê serê me, em sîgorteya xwe didin." 
 
Meral Dûman a 34 salî ku 7 meh in wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye û karên nav malan dike, destnîşan kir ku bêsîgorte dixebite. Dûman, bilêv kir ku du hefteyan carekê an jî mehê carekê diçe paqijiya nav malan dike û piştî pandemî belav bûye betal maye. 
 
Dûman, da zanîn ku gelek jinên karker gava paceyan paqij dikin jiyana xwe ji dest didin û kes xwe nade ber vê. Dûman, anî ziman ku heqê rê û xwarinê aydê wan e û beriya pandemiyê xaniyekî sê odeyî bi 200-300 lîreyî paqij dikirin û got: "Piştî pandemiyê gelek mirov betal man. Ji ber vê heqdest kêm bû, bû 125-130 TL. Me dev ji heqê keda xwe berda, lê tew radibin bi ser de bazariyê dikin. Em jî ji bêgavî qebûl dikin. Çimkî wekî din karekî ku em bikin tune ye." 
 
MOBBÎNG
 
Dûman, destnîşan kir ku car heye xwediyê malan tahdeyê li wan dikin û got: "Carinan em bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Di demên wisa de em dev ji kar berdidin. Hin kes jî hene karê me naecibînin û cardin didin paqijkirin. Gava tu îtiraz dikî, pereyê te jî nadin."
 
Dûman got: "Em dixwazin sîgorteya me hebe. Em dixwazin wekî mirovan bijîn." 
 
MA / Esra Solîn Dal