Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin

  • jin
  • 14:41 22 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Danişîna 21’emîn a doza Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku bi daxwaza 20 sal cezayê hefsê tê darizandin wê sibê were lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Jale Okan diyar kir ku wê beşdarî danişînê bibin got: “Em ê di danişînê de hişmendiya erk û faşîst bidarizînin.” 
 
Derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye" heta 20 salan cezayê hefsê tê xwestin. Wê danişîna 21’emîn  a doza Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. Doz, ji dosyaya 2017’an hatiye vekirin û dosyayên îdianameyên ku di nava demê de kirine yek pêk tê. 
 
Gokkan, a di operasyona 14’ê hezîrana 2017’an de ku navenda wê Amed bû ligel endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû binçavkirin û girtin. Gokkan, di danişîna doza duyemîn a li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû lidarxistin de hatibû berdan. 
 
Dema Gokkan negirtî dihat darizandin, dadgehê di danişîna 18’emîn ku 27’ê çileyê hat lidarxistin de biryara girtina wê da. Gokkan, roja din hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
MIJARA SÛC XEBATÊN WÊ NE
 
Gokkan, di çarçoveya beyanên 2 şahidên navê wan eşkere û 5 şahidên veşarî de ji axaftin û xebatên xwe û çalakiyên ku tevlî bûye tê sûcdarkirin. 
 
PARASTINA BI KURDΠ
 
Gokkan, di danişîna di 31’ê adarê de hat lidarxistin de xwest ku parastina kurdî bike. Lê şandeya dadgehê destûr neda vê yekê. Gokkan jî li dijî vê yekê biryara dadgehê şermezar kir û parastina bi tirkî red kir. Dadgeh diparêze ku piştî parastina ewil Gokkan nikare careke din parastina bi kurdî bike. Wê sibê diyar bibe ku ev pirsgirêk ka dê were çareserkirin an neyê çareserkirin. 
 
XWEDÎ SEKNEKE SÎNOR NENAS E
 
Aktivîsta TJA’yê Jale Okan derbarê danişîna Gokkan de diyar kir ku 35 sal in têkoşîna mafê jinan tê birêvebirin û wiha got: “Gokkan li cem hemû jinan xwedî sekneke sînor nenas e. Kedeke mezin a hevala me Ayşe di têkoşîna tevgera jinan de heye. Ji ber ku wê têkoşîna azadiyê bi rê ve dibir hat girtin. Li gel ku bi salan di girtîgehê de ma jî ji têkoşîna jinan tu car paş ve gav neavetiyê. Weke wê got ‘em kurd in, jin in û li vir in’ Sibê wê danişîna wê were lidarxistin. Em careke din bang dikin, ne edaleta zilam, edaleta rast dixwazin." 
 
‘EM Ê PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN’
 
Okan diyar kir ku êrişên li ser jinên kurd her ku diçe zêde dibin û got: "Jin ji ber berxwedan û têkoşîna xwe dibin armanca êrişan û tên girtin. Me di êrişa Denîz Poyraz de jî ev dît. Em careke din dubare dikin, ne binçavkirin, ne girtin tu caran ji têkoşîna me û berxwedana me bi me gav bidin paş avêtin. Em ê di danişîna sibê ya Ayşe Gokkan de hişmendiya erk û faşîst bidarizînin. Em weke hevrêyên wê yên jin sibê li danişînê bin. Bijî têkoşîna me ya jinan.”