Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike

  • jin
  • 15:39 22 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Di nav 3 salan zilamê ku Gonul Ayvacıoglu wî berdaye3 caran êrişê wê kir. Ayvacioglû ku platîn kirine lingê û xetereya ku seqet bimîne heye got ku çiqas tê berdan êrişê wê dike. 
 
Li navçeya Avcilar a Stemnbolê, Kader Kocayemîş (50) êrişê Gonul Ayvacioglû (43) ku di sala 2019'an de wî berda kir. Piştî êrişêi Ayvacioglû rakirin nexweşxaneyê û êrişkar jî hat binçakirin. 
 
3 BERÊ JI ÊRIŞ KIRIBÛ
 
Ayvacioglû ku dayika 2 zarokan e, emeliyat bûye û li nexweşxaneyê tedawiya wê tê domandin. Hat hînbûn ku guleyên di laşê Ayvacioglû nehatine derxistin. Di sala 2018'an de dema ku bi Kocayemîş re li ber berdanê bûye jî Kocayemîş êrişê Ayvacioglû kiriye. Ji ber vê êrişê niha platîn di lingê Ayvacioglû de ye û guleya di peyekê wê de jî hê nehatiye derxistin. 
 
3 CARA ÊRIŞ KIRIYE LÊ NAYÊ GIRTIN
 
Ayvacioglû, diyar kir ku 2 caran êrişa leşkerî lê hatiye kirin û carakê jî bi agir êriş lê hatiye kirin û ev tişt got: "Hê jî guleyek di lingê min de ye. Di ser de careke din êrişî min kir. Çiqas ku tê berdan wiha dike. 10 roj berê jî bi agir hat. Heke min wî ferq nekirine û li KADES'ê negeriyama wê min bi şewitandina."
 
'HETA KU NEKUJIM DÊ NEKEVIM GIRTÎGEHÊ'
 
Kekê Ayvacioglû Mûstafa Yorgûn jî ev tişt vegot: "Ev bû 2 car. Berê jî êriş kiribû. Dema zewicandibûn jî derp dikir. Heqaretê li me jî dikir. Dibêje ku heta Gonul nekuje dê nekeve girtîgehê."