Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin

  • jin
  • 16:54 22 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Umraniyeyê, zilamê bi navê Mehmet Guney hevjîna xwe Arzû Rahman Guney kuşt û piştre agir berî mala xwe da. Kurê wan Kerem Guney ê 7 salî di şewatê de giran birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Armaganevler a navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê, duh di daireyekê de şewat derketibû û di şewatê de Arzû Rahman Guney jiyana xwe ji dest dabû û kurê wê Kerem Guney ê 7 salî jî giran birîndar bûbû. Hevjînê Arzû Rahman Guney, Mehmet Guney ku dema şewatê ji malê derketibû, xwe kuştibû. Di lêkolîna ku polîsan kir de derket holê ku piştî Mehmet Guney hevjîna xwe Arzû Rahman kuştiye mal şewitandiye. Kerem Guney ê di şewatê de birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê jî îro jiyana xwe ji dest da.