‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'

  • jin
  • 09:05 23 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Jinên TJA'yî bertek nîşanî kuştina Denîz Poyrazê dan û diyar kirin ku van komkujiyên îqtidarê ji kuştina Sakîne û Sêvêyan nas dikin û gotin: "Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin." 

Di 17'ê Hezîranê de Onûr Gencer êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz a 38 salî kuşt. Li gelek bajaran ji bo Poyrazê çalakiyên nobetê didomin û bertekên nedarizandina hêzên li pişta kujer didomin. 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET 
 
Aktivîsta TJA'yê Remziye Sizici, diyar kir ku a li hemberî gelê kurd û jinên kurd tê kirin polîtîkaya şerê taybet û poltîkaya tunekirinê ye û got: "Bi awayekî hovane kuştina jinekê, em pir êşandin. Em bi salan e van komkujiyan dibînin. A li hemberî gelê kurd û jinên kurd polîtîkaya şerê taybet û polîtîkaya tunekirinê ye. Ji daxuyaniyên îqtidarê jî kifş e ku kujer ne bi tena serê xwe ye. Her tişt îşaret bi îqtidarê dike. Gava em dibêjin em vê qebûl nakin, nêzîkatiya ji bo me û nêzîkatiya ji bo kujer Onûr Gencer bereksê hev in. Bi nazikî û kubarî nêzî wî bûn û hindik mabû wî pîroz bikiran, lê me bi erdê ve kaş dikin, tahdê li me dikin û me binçav dikin. Ma ev ne polîtîkaya şerê taybet be, ne polîtîkaya tunekirinê be îjar çi ye?" 
 
Sizici, bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên kurd û got: "Ên civakê bi rê ve dibin û pêşî li rageşiyê digirin, jin in. Bi berxwedana jinên kurd dizanin. Lewma ji me, ji têkoşîn û siyaseta me ditirsin. Me komkujiyên li Parîsê, Cizîrê dîtin. Me Dayika Taybetê dît. Ev hemû nîşan didin ku tenê ji me jinan ditirsin." dedi.
 
‘DENÎZ NAQEDIN' 
 
Sizici, anî ziman ku dê hesab ji kujeran bipirsin û got: "Lê em soz didin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Hêza dayika Denîzê hêzê didime me hemûyan. Wekî dêya Denîzê got, 'Denîzek çû, bi hezaran Denîz hatin.' Denîz tu carî naqedin û têkoşîna me naqede. Me bikujin jî, tahdê li me bikin jî, me bigirin, binçav bikin û birevînin jî rêya Denîzan, Sakîneyan, Sêvêyan rêya me ye." 
 
QIRKIRINA JINÊ 
 
Aktivîsta TJA'yê Melîha Gurluk jî got: "Tenê ne Denîz, li vî welatî her roj gelek jin bi awayekî hovane tên kuştin. Ne a ewil e, lê em hêvî dikin a dawî be. Ev qirkirina jinê ye. Em dibêjin 'jinik mir', dibêjin 'çi îşê wê li HDP'ê heye.' Îqtidara AKP-MHP'ê welêt xistiye vî halî." 
 
‘EM Ê HESAB BIPRISIN' 
 
Gurluk, anî ziman ku îqtidar nexasim êrîşê dibe ser jina kurd û got: "Ji lew re jina kurd zilma wan fêm kiriye. Lê belê jinên kurd ên li ber zilmê radibin jî tên girtin. Em dixwazin mirov bi hev re, bi awayekî azad bijîn. Lê ew radibin berberîbûnê dikin. Îqtidara AKP, dê hesabê kuştina jinan, hesabê tahdeya li jinan dike bide. Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan biprisin. Îro ne tenê jineke kurd, hemû jinên kurd mirin. Ev suîqast tenê ne li hemberî Denîzê, li hemberî hemû jinên kurd, HDP'ê û li hemberî hemû kesên ne li ser fikira AKP-MHP'ê hatiye kirin. Divê her kes bi vê zanibe û hesab bipirse. Divê em bi hev re jiyaneke kolektîf ava bikin."