Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest

  • jin
  • 12:49 23 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Di doza Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de dozger mutalaya xwe eşkere kir û ji du îdiayan heta 35 salan cezayê hefsê jê re xwest. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye”, “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” girtî tê darizandin. Danişîna 21’emîn a doza Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Bi îdiaya ku Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) xera bûye Gokkan beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Gokkan Berfîn Gokkan, Ozum Vûrgûn û Gozde Engîn li ewyana danişînê amade bûn. Parlamentêrên HDP’ê Remziye Tosûn, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û xizmên Gokkan xwestin danişînê bişopînin lê bi hêceta “pandemiyê” destûra wan nehat dayîn. 
 
Dadgehê ji bilî du xizmên Gokkan nehişt beşdarên din bikevin eywana danişînê. 
 
DOZGER MUTALAYÊ EŞKERE KIR 
 
Meqamê îdiayê ango dozger di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger ji ber xebatên KCD’ê, beşdariya çalakî û şahiyan, beyanên şahidên veşarî, endamtiya Komeleya Rosa û berpirsiyariya wê ya di nav TJA’yê de îdia kir ku Gokkan sûc kiriye. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” du car û “propagandaya rêxistinê” ji 16 salan heta 35 salan cezayê hefsê ji Gokkan re xwest. 
 
Her wiha dozger xwest ku biryara dewama girtina Gokkan were dayîn. 
 
JI SÛCÊN BERAET BÛYE TÊ XWESTIN WÊ CEZA BIKIN 
 
Parêzerên Gokkan diyar kirin ku miwekîla wan ji hin çalakiyên dosyeyên ku jê tê darizandin beraet bûye û û dozger heman sûcdariyan dike sûc û ceza jê re dixwaze. Parêzeran bi bîr xistin ku miwekîla ji 168 dosyeyan heta niha 600 caran îfade daye û gumana reva wê nîne û xwestin were berdan. 
 
TEHLIYE HAT REDKIRIN 
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku tedbîrên kontrola edlî wê ji bo berdanê kêm bimîne, daxwaza berdanê red kir û daxwaza dewama girtinê ya dozger erê kir û danişînê taloqî 13’ê îlonê kir.